Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike 2023-03-17 14:38:17   ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo li dar xistina Newroza Cizîrê ku serî li Walitiya Şirnexê dabû, serlêdana wan hat qebûlkirin.   Newroza îsal dê bi dirûşmeya “ Her der Newroz, her dem azadî” li 43 navendan bê lidarxistin. Yek ji van navendên ku dê Newroz bê pîrozkirin jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Komîteya Amedekar a Newrozê çend roj beriya niha ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Walitiyê Şirnexê dabû. Walitiyê serlêdanê nirxand û li dar xistina pîrozbahiyê qebûl kir.    Newroza Cizîrê ya ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê bê lidarxistin saet li 11.00’an dest pê dike.