Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin 2023-03-17 12:50:43 RIHA - Li Rihayê 2 rojnamegerên çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dişopandin hatin binçavkirin.    Li Rihayê du rojnamegerên ku çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê dişopandin, hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku nûçegihana JINNEWS’ê Gulistan Dursun û rojnamegerekê ku navê wî nehat zanîn, li gel ku qertên wan ên çapemeniyê hebûn jî bi îdiaya “qertên wan sexte ne” hatine binçavkirin.