Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin 2023-03-17 11:23:14   WAN - Hat diyarkirin ku rejîma Îranê serê vê sibehê 7 girtiyên kurd bidarve kiriye.    Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtiyê siyasî Mohiuddin Ebrahîmî serê sibehê diarve kir. Girtiyê siyasî yê kurd Ebrahîmî du roj berê bi malbata xwe re hevdîtina dawî kiribû û gotibû ji bo wî bidarve bikin kirine hucreya yek kesî. Vê ji malbata wî re hat ragihandin ku Ebrahîmî hatiye bidarvekirin.    JI SÛCÊ QAÇAXIYÊ 5 KES HATIN BIDARVEKIRIN    Hat ragihandin ku Ferweher Abbasnejad, Mohammad Ayyubiyan, Cahanbaxş Radluyî, Yasîn Raşîdî û Hasam Omrî ku tê diyarkirin ji sûcê qaçaxiyê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtîbûn û Nasrîn Niyazî ku nayê zanîn ji kîjan sûcî girtî berdestî sibehê hatin bidarvekirin.    Rejîma Îranê ji serê salê ve heta niha herî kêm 145 kesan bidarve kiriye. Tê gotin dibe ku hejmara kesên hatine bidarvekirin zêdetir be.