Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan 2023-03-17 10:15:08   WAN - Îro bi sedhezaran kes li dora agirê Newrozê ku komeke ciwanan di sala 1991’an de li Wanê vêxistibû tên ba hev. Bêyî ku guh bide baran, herî, qedexe û astengkirinan; xelkê bajar dê îsal jî li qontara kelehê bê ba hev.    Newroza îsal dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” were pîrozkirin. Yek ji bajarên ku amadekariyên Newrozê lê bênavber didomin jî Wan e. Newroz dê di 19’ê adarê de were pîrozkirin û bi nêzbûna roja Newrozê re komîteya amadekar jî lez da xebatên xwe. Pîrozbahiya Newrozê dê li Parka Newrozê ya li qontara Keleha Wanê bê lidarxistin. Tê payîn ku îsal bi sedhezaran kes tev li Newrozê bibe. Newroza Wanê her sal di bin berf, baran û sermayê de tê pîrozkirin lê dîsa jî bi sedhezaran kes tevli dibe. Tevî hemû astengkirin û qedexeyan jî Newroz heta niha bi girseyî hatiye pîrozkirin.    BERTEKA LI DIJÎ PÎROZBAHIYA LI EYWANÊ   Ji destpêkê heta niha xelkê bajar biryar da bê ka Newroz dê çawa were pîrozkirin. Dema Partiya Kedê ya Gel (HEP) xwestî pîrozbahiyê li restourantekê li dar bixe, gelê bajar bertekeke mezin nîşan da. Xelkê bajar li gelek deverên bajar û gundan agirê Newrozê vêxist û bertek nîşan da. Bi sedan kesên rojek piştre hatin avahiya partiyê, ji rêveberên partiyê re gotin ku pîrozbahî divê ne li eywanan lê li qadan were lidarxistin û nerazîbûnên xwe nîşan dan.    Di encama bertekên gel de, biryar hat dayîn ku Newroz li kolan, tax û gundan were pîrozkirin. Walîtiya Herêmê ya OHAL’ê û Walîtiya Wanê ragihandin ku dê destûra pîrozbahiyan nedin. Lê gelê bajar guh neda qedexeyan û di şeva Newrozê de li tevahiya bajar dest bi hilkirina agirê Newrozê kir. Li hinek deveran êriş çêbûn lê tevî her êrişan jî li lûtkeya Keleha Wanê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Polîsan bi saetan piştre karîn agirê li Keleha Wanê vemirînin.    NEWROZA HÊRS Û BERXWEDANÊ   Komkujiyên di Newroza Cizîr û Nisêbînê de hatin kirin, bandoreke mezin li pîrozbahiyên Newroza sala 1992’yan kir. Bi hezaran kesên di 21’ê Adarê de daketin tevahiya noqteyên bajar, berê xwe dan avahiya HEP’ê û gotin ku dê pîrozbahiyan li kolanan bikin. Piştî ku girse li kolanan kom bû, polîs û leşkeran dest bi êrişan kir. Di êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di dîroka Wanê de herî zêde wê rojê girtin û binçavkirin çêbûbûn. Di dîroka behsa xeberê de 700 kes hatin binçavkirin û 300 kes jî hatin girtin.   LI HER DEVERÊ AGIRÊ NEWROZÊ   Di sala 1993’yan de biryar hat dayîn ku li dijî girtin û binçavkirinan li gelek deverên bajar pîrozbahî bên lidarxistin. Li her deverê agirê Newrozê hate vêxistin. Di sala 1994'an de jî li dijî komkujiyan biryara “bila her kes li mala xwe pîroz bike” hate dayîn. Di roja Newrozê de hema hema li pêşiya her malê agirê Newrozê hate vêxistin. Li gundan jî xelkê li ser banên xwe agirê Newrozê hil kirin û pîrozbahî li dar xistin. Di salên 1995-96 û 1997’an de jî xelkê bajar li kolanên xwe Newroz pîroz kir.    WALÎTÎ: EM BI HEV RE PÎROZ BIKIN   Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP), beriya pîrozbahiyê serî li walîtiyê da. Walîtiyê ji endamên Komîteya Amadekar a Newrozê re got; “Werin em bi hev re pîroz bikin.” Rayedarên dewletê hewl didin bi vê yekê re Newrozê weke “Nevruzê” pîroz bikin û pîrozbahiyan jî li gorî daxwaza pêk bînin. Lê gelê bajar li dijî vê pêşniyarê derket. Piştî ku ev teklîf hate redkirin, walîtiyê ragihand ku dê destûrê nede. Li ser vê yekê xelkê bajar di sersibeha Newrozê de ber bi avahiya HADEP’ê ve herikî. Welatiyan di kolanan de agir vêxistin û rastî êrişa polîsan hatin. Agirê Newrozê hema hema li tevahiya kolanên bajar belav bû. Pîrozbahî heta serê sibehê berdewam kirin û bi sedan kes birîndar bûn.    CIWANAN CIL Û BERGÊN XWE ŞEWITANDIN   Di sala 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin, Newroza sala 1999’an nehat pîrozkirin. Newroz, veguherî protestoyê. Protesto bi mehan dom kir. Komîteya Amadekar a Newrozê rojek beriya Newrozê pîrozbahî bo înîsiyatîfa gel hişt. Di sersibeha Newrozê de bi sedan kesan berê xwe dan avahiya HADEP’ê û li tevahiya kolan û cadeyên bajar çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Li Kolana Hunerê 8 ciwanan cil û bergên xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re tevahiya esnafên bajar derabeyên dikanên xwe girtin.    BO NEWROZÊ KÊLIYEK MABÛ!   Cara ewil ji bo Newroza sala 2000’an “destûr” hate dayîn. HADEP’ê ji bo pîrozbahiyê serlêdan kiribû û walîtiyê jî qebûl kir. Lê belê 3 roj bo pîrozbahiyê mabûn ku walîtiyê biryara destûrê betal kir û ragihand ku dê destûra pîrozkirina Newrozê nedin. Di sedema betalkirina biryarê de jî walîtiyê ev hincet nîşan dida: “Newroz, ne li gorî edetên tirkan e.” Gel û rêveberên HADEP’ê jî diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê Newrozê pîroz bikin. Ji bo pîrozbahiyan 15 saet mabûn ku walî, fermandarê garnîzonê û midûrê emniyetê bi partiyê re hevdîtin kir û jê re got ku destûra pîrozbahiyan hatiye dayîn. Bo pîrozbahiyan 10 saet mabûn ku biryar ji endamên partiyê re hate ragihandin.    Qaseya kamyonekê ji bo dika pîrozbahiyê anîn qadê û hunermendek hate girtin. Komîteya Amadekar a Newrozê dizanî ku haya gel ji destûrê û cihê pîrozbahiyê nîne. Lewma di saetên dereng ên şevê de li ser MED TV’yê bangawazî kir. Endamên komîteyê û partiyê bûn şahid ku qada Newrozê saet di 05.00’an de ji hêla bi sedan leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Dika pîrozbahiyê hatibû amadekirin û ji bo pergala deng hewcehî bi ceyranê hebû lê cihekî ku ceyran lê were kişandin tune bû. Lê ji maleke ku 500 metreyan dûrî qadê ceyran hate kişandin.    JI DTP’Ê DAXUYANIYA ‘RESTÊ’   Di Newroza 2001’an de cara ewil platformek hate avakirin û cara ewil hunermendekî konser da. Heta sala 2007’an jî Newroz bi tevlibûna sedhezaran kesan hate pîrozkirin. Walîtiyê ji bo Newroza 2008’an jî destûr neda. Di esasê xwe de walîtiyê xwest hîn bibe bê ka gel dê bertekeke çawa nîşan bide. Newroz dê bi pêşengtiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ve bihata pîrozkirin û walîtiyê got ku dê destûrê nedin Newroz di 21’ê Adarê de were pîrozkirin. Rêveberiya DTP’ê jî ragihand ku dê guh nedin vê biryarê û di hevdîtinên rojên piştre de jî tu encamên erênî derneketin. Li ser vê yekê biryar hate dayîn ku Newroz li Cadeya Cumhuriyetê were pîrozkirin.    GEFA MIDÛRÊ EMNIYETÊ    Bi daxuyaniya waliyê Wanê re alozî roj bi roj zêdetir bû û Midûrê Emniyetê yê Wanê yê demê Salîh Kesmez jî rojek beriya pîrozbahiyê ev gef xwar: “Ji bo bûyerên civakî çekên me yê nû hene. Hûn dê sibe van çekên me bibînin.” Vê daxuyaniyê rê li ber bertekên tund vekir.    HEMÛ KOLAN VEGIHERÎN QADA NEWROZÊ   Di sersibeha 22’yê adarê de hema hema li tevahiya taxên bajar jin, ciwan, kal û pîran berê xwe dan cadeya ku dê Newroz lê bihata pîrozkirin. Di saetên pêş de hejmara girseyê bi dehhezaran derbas kir. Li ser vê yekê walîtî û rayedarên emniyetê dîsa bi DTP’ê re hevdîtin kir û xwestin ku girseyê belav bikin. Lê dema hevdîtinên li avahiya walîtiyê berdewam dikirin, polîsan êrişî girseyê kir. Li ser vê yekê hevdîtin hatin bidawîkirin. DTP’iyên hatin avahiya partiyê ev peyam da: “Her kolana Wanê qada Newrozê ye.” Li ser vê yekê li her kolanê agirê hatin vêxistin û govend hatin gerandin. Li ser vê yekê polîsan cara duyemîn êrişî girseyê kir.    2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di dema êrişê de bi dehan jinên ku cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kirin ji hêla polîsan ve li qadekê hatin komkirin û bi cop û kalasan hat lêxistin. Vê îşkenceya li jinan hatiye kirin, xelkê bajar rakir ser pêyan. Bi bihîstina bûyerê re li hemû tax û kolanan agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî li dijî girseya li pêşiya avahiya DTP’ê kom bûyî êriş hatin kirin û ev êriş veguherîn pevçûnan. Di êrişan de ciwanê bi navê Zekî Erînç hate qetilkirin û 130 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran Ramazan Dag hefteyek piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    50 HEZAR KES TEV LI MERASÎMA CENAZEYÊ BÛN   Çalakiyên protestoyî yên ku di 22 û 23’yê adarê de dest pê kirin, di 24’ê adarê de bi merasîma cenazeyê Zekî Erînç re derketin lûtkeyê. Cenazeyê Erînç ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û bi tevlibûna 50 hezar kesan hate definkirin. Piştî definkirina cenazeyê Erînç, gel ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kir. Di encama êrişa polîsan de bi dehan kes birîndar bûn.    NEWROZÊN HERÎ GIRSEYÎ BÛN   Qedexe û astengkirin, piştî salên 2000'î jî berdewam kirin. Lê tevî vê yekê jî pîrozbahiyên Newrozê bi tevlibûna sedhezaran hatin pîrozkirin. Newrozên piştî sala 2015’an mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Daxwaza herî mezin a di pîrozbahiyan de derketî pêş jî rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bû.    ŞAHID BULUT: MÎNA AŞÛTÊ MEZIN BÛ   Welatiyê bi navê Ahmet Bulut ji salên 1990’î heta niha tev li çalakiyên Newrozê dibe. Bulut, da zanîn ku piştî darbeya leşkerî ya 1982’yan, li bajar pîrozbahiyên Newrozê tên kirin. Bulut, wiha qala wan rojan kir: “Wê demê girseyên biçûk Newroz pîroz dikirin. Polîsan bi ser cihên me Newroz lê pîroz dikir de digirtin. Hewl didan pîrozbahiyan asteng bikin. Heta çendek salan jî pîrozbahiyên Newrozê bi vî awayî domiyan. Dewleta ku nekarî pêşî li ber pîrozbahiyan bigire, îcar destûr da ku li eywanan were pîrozkirin. Îcar jî gelê Wanê qebûl nekir ku li cihên girtî pîroz bike. Piştre jî pîrozbahiyên Newrozê li navenda bajar hatin pîrozkirin. Tevî hemû zext û qedexeyan jî gel qad neterikand û pîrozbahiyên xwe li dar xistin. Mirov hatin guleberankirin, kuştî û birîndar çêbûn. Her ku ev zext zêde bûn, tevlibûna Newrozan jî roj bi roj mîna aşûtê mezintir bûn.”    PIŞTÎ NEWROZA 1992’YAN   Bulut, wiha qala geşedanên piştî Newroza 1992’yan kir: “Di van pîrozbahiyan de leşker anîn navenda bajar. Gule li ser girseyê reşandin, gel hat binçavkirin û girtin. Bi qasî ku tê bîra min, nêzî 300 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Xarpêtê. Tevî hemû astengkirinan û tundiyê jî tevlibûna Newroza sal bi sal zêdetir bû. Piştî Newroza 1992’yan, êdî Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Dewleta ku nekarî pêşî li ber vê bigire, îcar neçar ma ku destûra pîrozbahiyan bide. Di gelê kurd ê ku di Newrozan de dihat ba hev de ruhê neteweyî pêş ket.”    'KURD XWEDÎ LI NEWROZÊ DERKETIN’   Ji şahidan Şemsettîn Takva (72) jî ev tişt anî ziman: “Xelkê Wanê xwedî li Newrozê derket. Newroz, cejneke ku kurdan pênase dike. Gelê kurd xwedî li Newrozê derket û hêzên serdestan jî êrişên xwe zêde kirin. Tevî van êrişan jî gelê kurd bi destê hev girt û tevî xetereyan jî xwedî li Newrozê derket û pîroz kir. Newrozê berxwedêriya gel pêş xist û di mijara netewebûnê de jî bi roleke mezin rabû. Gelê kurd xwedî li Newroza 1991’an derket û îro jî bi milyonan kes dadikeve qadan. Li gel hemû êrişan jî gelê kurd paşdegav neavêt. Lê dewlet neçar ma ku paşvegavê biavêje.”