Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe 2023-03-17 10:02:24   ÎZMÎR - Li Îzmîrê Cahît Gunay ê 70 salî û ji 13’ê salî vir ve Newrozê pîroz dike, diyar kir ku Newroz hêvî, berxwedan û pêşeroj e û anî ziman ku heta ku azadî were welat wê mezinbûna agir bidome.    Ji bo pîrozbahiyên Newroza ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê îsal bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” di 19’ê adarê de li Qada Gundogdûyê were kirin amadekarî didomin. Îsal jî wê hezaran mirov li Qada Gundogdûyê bin. Li Îzmîrê pîrozbahiyên di salên 1980’î de li taxan dihatin pîrozkirin piştî di sala 1992’yan de Rahşan Demîrel xwe şewitand bi girseyî hatin pîrozkirin. Ji wê dîrokê şunde pîrozbahiyên li taxan dihatin kirin veguhestin qadên bajêr. Agirê Newrozê ku bi dehan kesan vêxist, di nava salan de bi tev li bûna deh hezaran mezin bû.   Yek ji kesê tev li van hemû pîrozbahiyan bûye jî Cahît Gunay e. Gunay ê 70 salî hêj 13-14 saliya xwe de bû yek ji wan kesên agirê Newrozê vêxist. Gunay ê wê demê li navçeya Qereyazî ya Erziromê dijî, heta ku di sala 1987’an de bar kir navçeya Bûca ya Îzmîrê tev li hemû pîrozbahiyên li gundê xwe bû. Gunay, ê piştî hate Îzmîrê tev li hemû Newrozên li vir bûye, agirê ewil ê Newrozê di sala 1991’an de li Taxa Kûrûçeşme ya Bûcayê ku lê rûdine bi komeke hevalên xwe re vêxist. Gunay ê anî ziman ku wê deme nêzî sed kes bûn, tev li pîrozbahiya ewil a girseyî ku di sala 1993’yan de ji aliyê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ve hate lidarxistin. Gunay ê pişt re tev li hemû pîrozbahiyên Newrozê bû îsal jî xwe amade dike ku tev li pîrozbahiya li Qada Gundogdûyê were pîrozkirin.    ‘AGIR WÊ MEZIN BIBE’    Em bi Cahît Gunay re têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr axivîn. Gunay, bi lêv kir ku agirê ku li taxa xwe vexistî ligel taxên din veguhêzî qadên bajêr û da zanîn ku bi salan di Komîteyên Amadekar ên Newrozê de cih girtî ye. Gunay, bi bîr xist ku Newroza sala 1993’yan yek ji Newroza ku nayê ji bîr kirine û wiha got: “Di sala 1993’yan piştî serî li Walîtiyê hate dayîn li Gazîemîrê cihek hate dayîn. Parlamenterên DEP’ê Mehmet Sîncar û Zubeyîr Aydar tev li wê pîrozbahiyê bûn. Mehmet Sîncar di axaftina xwe de got ‘Di dilê Egeyê Îzmîrê de agirê Newrozê hate vêxistin. Wê ji îro şunde jî mezintir bibe.’ Ez wê axaftinê qet ji bîr nakim. Ew agir ji wê rojê ve mezin bû û dê hêj mezin bibe. Bi salan me şertên zivistanê, serma, rojên bi baran jî dîtin. Dîsa jî ew qad me tejî kirin. Qad têra gel nedikirin, kolan tejî dibûn.”   GEL XWEDÎ LÊ DERKETIN    Gunay, destnîşan kir ku di destpêka Newroza li bajêr gelê kurd fedakarî kir û berpirsyarî girt û da zanîn ku salên pişt re hemû gel tev li pîrozbahiyan bûn. Gunay, anî ziman ku Newroz bi gelan dan nas kirin û wiha hate roja me û wiha berdewam kir: “Ev ne hêsan bû. Di her serdemê de binçavkirin û êriş pêk hatin. Lê gel tu carî paş ve gav neavêt û heta roja me ev roj me pîroz kir. Em ê pîrozbahiyan bidomînin jî. Di pîrozbahiyeke hate pîrozkirin de di kolanekê de em tevgav kirin. Ciwanek derket got ‘Ez ne kurd im û ne DEP’î me. Lê li dijî neheqiyê me. Hemû gel bi vê hişmendiya mirovî gihiştin hev. Gelan xelasiya xwe di Newrozê de dîtin û xwedî lê derketin. Dehaqên demê ne yek e gelek in. Lê Kawa jî hene. Ji vî aliyî wate û girîngiya Newrozê mezin e. Agirê Newrozê bi xwîna gelan hat vêxistin û her tim mezin bû.”   ‘BERXWEDAN HÊVÎ YE’   Gunay, anî ziman ku pîrozbahiya bi deh kesan dest pê kirin gihişt sed hezaran û anî ziman ku ev yek bi vê berxwedanê bi ser xistin. Gunay, anî ziman ku berxwedan pîroz e û wê bi berxwedanê bi ser kevin û wiha pê de çû: “Dema Mazlûm Dogan xwe şewitand got ‘Berxwedan Jiyan e’. Di vê serdemê de tu li berxwe nedî şansê te yê jiyanê nîne. Berxwedan di her qadê de pêşiya me vekir. Qada Gundogdû ya beriya niha ji herkesê re serbest bû ji Newrozê re qedexe bû. Lê bi berxwedanê me qad wergirt. Mirovên diçin Gundogdûyê ji bo gerandina govendê an jî seyranê naçin. Ji bo berxwedan, azadî û xwişk û biratiyê biqîrin û xwedî li pêşeroja welat û zarokan derkevin diçin.”   ‘HETA KU EZ BIJÎM EZ Ê BIÇIM’    Gunay, anî ziman ku ji 13 saliya xwe ve çûye her Newrozê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe, gelê xwe û ji bo xwişk û biratiya gelan diçim Newrozê. Heta ku dest û lingên min bigirin û ez bijîm ez ê biçim Newrozê. Ji ber ku ez mirovahiyê di wir de dibinim. Bi hezaran mirovên ku hev nas nakin tên bahev, govendê digerînin û azadiyê dixwazin. Mirov ji vê tabloyê re heyran dimîne. Rojên xweş di pêşiya me de hene. Rojên ronahî li benda me ne. Tu caran cih ji reşbîniyê re nîne. Kesên têkoşîna azadiyê didin divê mezin bifikirin. Em bibin yek dikarin ji vê faşîzmê xelas bibin. Em îsal jî her tiştî bigirin ber çavê xwe û hemû karên xwe bihêlin û biçin Newrozê. Li Meydanê em bi gotina ‘zilmê, neheqiyê û zextê qebûl nakim’ biqîrin. Em zordestiyê, neheqiyê heq nakin. Dîsa em li bendê ne ku hemû gel tev li pîrozbahiyên li Gundogdûyê bibin. Ji bo peşeroja xwe û welatê xwe werin.”    MA / Tolga Guney