'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin' 2023-03-17 09:00:58 MELETÎ - Li Meletiyê ji ber barana bi şid konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man. Şehrîban Dogan a mexdûr got: "Em çûn AFAD'ê me konteyner xwest, lê ji me re gotin 'hûn dikarin bikirin'."    Li Meletiyê bi sedhezaran welatî ji ber erdhejê mexdûr in. Li gor agahiyên ku Walîtiya Meletiyê belav kirine, li bajêr 72 hezar avahî û 14 hezar û 754 kargehên pirxesardîtî û hilweşiyayî hene. Li konbajarên ku ji aliyê saziyên dewletê ve li nava bajêr hatiye çêkirin 4 hezar û 243 kon hene û bi awayekî şexsî 47 hezar û 261 kon hatine belavkirin. Her wiha walîtiyê daxuyand ku 4 hezar û 499 konteyner hatine belavkirin. Li bajêr ku hê jî pirsgirêka hêwirandinê nehatiye çareserkirin, barana bi şid şert û mercên mexdûrên erdhejê dijwartir dike.    HER TIŞT DI BIN AVÊ DE MAYE   Şehrîban Dogan (60) ku li Taxa Cemal Gursel a navçeya Çermiktî ya Meletiyê dimîne, anî ziman ku ne AFAD'ê ne jî Kizilayê kon nedane wan û niha di konekê de dimînin ku ew jî ji Bangladeşê hatiye. Doganê ev tişt gotin: "Kon jî nedan me. Me ev kon ji cihekî din girt. Me telefonî şaredariyê kir ku xîçê li cihê kon lê hatine danîn vala bike, lê kes nehat. Konên me dilop dikin."    Dogan destnîşan kir ku di nava heriyê de mane û got: "Şaredarî jî xwedî li me dernakeve. Em mexdûr in. Ma wekî din ez ê çi bibêjim. Rewşa me li ber çavan e. Ewilî hinekî alîkarî hat, lê êdî nayê. Şert û mercên konan zehmet in. Tim baran dibare, em nikarin rakevin. Tim dilopan dike. Nivînên me di nav avê de mane. Em nizanin em ê çi bikin."    ‘AFAD DIBÊJE HÛN BIKIRIN'   Dogan bilêv kir ku dinya pir sar e û wiha axivî: "Em çûn AFAD'ê me konteyner xwest, lê ji me re gotin 'hûn dikarin bikirin'. Pereyê me hebûna me yê bikiriyana. Em dixwazin ewilî xîçê li vir vala bikin. Ji bo em ji vê heriyê xelas bibin."    Kiymet Dogan (50) pirsa "dewlet çima nayê li me mêze nake?" kir û wiha got: "Em heya serê sibehê di nava avê de man. Zarokên me nexweş in, hevjînê min nexweş e, ê min jî şekir û tansiyon bi min re heye. Ê ev halê me çawa be? Ev hikûmet, ev dewlet li ku ye?"    ‘TIŞTEKÎ NAKIN'   Ayten Saritaş (50) jî ku got "Ji me re dibêjin 'nekevin xaniyên xwe', wekî din tu tiştî nakin" wiha axivî: "Em 20 kes di vî konî de dimînin. Hela li halê me binêre. Ê çawa be ev halê me? Gava baran tê, li derve rewş çi be di hundirê konên me de jî heman tişt e. Em tiştekî rihet dixwazin."    MA / Omer Akin