Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan 2023-03-17 09:00:28   AMED - Esma Seydaoglû gava ku zarok bûye çîroka Newrozê ji pîra xwe guhdar kiriye û gava mezin bûye kêlî bê kêlî ew çîrok bi çavê xwe dîtiye. Seydaoglû got: "Em bi saetan dimeşiyan ji bo em biçin qada Newrozê. Em diçûn Qada Fûarê ya li ser rêya Erxeniyê. Me gelek ked da, em gelekî têkoşiyan."    Endama Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Esma Seydaoglû (65) ku ji sala 1992'yan ve tev li hemû pîrozbahiyên Newrozê bûye, behsa têkoşîna di vî warî de kir.    Seydaoglûyê bilêv kir ku gava zarok bûye Newrozê ji mezinên xwe bihîstiye, lê paşê her çûye bi têkoşînê bêtir serwext bûye û wiha behsa bîranîna xwe ya ewil a Newrozê kir: "Gava em zarok bûn, em li gund bûn. Pîra min di meha adarê de digot, 'agir vêxin û xwe di ser re çeng bikin'. Gava me jê dipirsî, behsa efsaneya Dehaq dikir. Digot, Dehaq cinawir bûye û serê ciwanan dixwar. Dixwest ji bo em ji vî cinawirî xelas bibin, her sal di vê mehê de agir vêxin û xwe di ser re çeng bikin. Em jî gava me heywan diçêrandin, me qirş  qal berhev dikirin û me li dora wê govend digerand û kilam digotin. Di wextekî wisa de ku me bi tiştekî nizanibû, me wateyeke wiha li Newrozê bar kiribû."    LASTÎKÊN DI 90'Î DE DIHATIN ŞEWITANDIN   Seydaoglû anî ziman ku di çarçoveyek polîtîk de cara ewil di sala 1992'yan de tev li pîrozbahiya Newrozê bûye û got: "Di 1992'yan de hin hevalan got, 'Em biçin Newrozê pîroz bikin.' Min pirsî, 'em ê çawa pîroz bikin?' Ji min re, çîroka ku pîra min gotibû, gotin. Gotin 'em agir vêdixin û xwe di ser re çeng dikin.' Em hemû zewicandî bûn. Em zar û zêç kom bûn û em çûn Îskan Evleriyê. Me çend lastîk berhev kirin û ew li wir şewitandin. Wê demê me dixwest bêhna dûmanê bê me. Da ku mirov zanibe em çûne Newrozê. Lê polîsan pîrozbahiya me asteng kir, lê me ji wir berê xwe da Şehîtlikê û me li wir agir vêxist. Me cardin govenda xwe gerand. Cardin polîs hatin. Wê rojê me li 4-5 cihan agir vêxist. Qelebalixiyeke wisa zêde tune bû, lê dîsa jî me Newroz pîroz dikir."    HER SAL GIRSE ZÊDETIR BÛ   Seydaoglûy bilêv kir ku ev biryardarî di Newrozên din de jî dewam kiriye û got ku di 93'yan de jî li Batikentê Newroz pîroz kirine. Seydaoglûyê wiha behsa wê rojê kir: "Wê çaxê kurê min şehîd bûbû, lê dîs ajî em çûn Newrozê. Gazî min kirin, gotin 'mêvanê te hatine.' Ez jî çûm malê. Me televîzyon vekir. Polîsan Newrozê asteng kiribû û bûyer çêbûbûn. Dayikek jî ji bo ji polîsan xelas bibe hatibû mala me. Polîs jî hatibûn heya ber malê. Me gelek Newroz bi zor û zehmtiyan pîroz kir."    Seydaoglû di dawiyê de wiha axivî: "Ji bo vê gelek zilm û tahde li me kirin. Paşê Newroz li Qada Fûarê ya li ser rêya Erxeniyê hat pîrozkirin. Kelecaneke bêpênase bû. Em bi niga heya wir dimeşiyan. Ji bo me pêvajoyeke pir girîng û hêja bû. Niha li bajêr tê pîrozkirin. Ev ji saya kedê çêbû. Me gelek ked da, em gelekî têkoşiyan."