Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin 2023-03-16 21:20:11   RIHA – Li Rihayê ku xebatên lêgerîna ji bo kesên ketin ber lehiyê û winda bûn, di roja 2'yan de didomin. Li Rihayê heya niha 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, 26 kes birîndar bûne û 3 kes jî winda ne.    Li Rihayê ku di 14'ê Adarê de ji ber baran bi şid lehî rabû,  navenda bajêr, Xaçerêya Abîdeyê, AVM Piyazayê û gelek deverên din cih di bin avê de man. Di dema lehiyê de gelek kes asê man û ji van kesan 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 26 kes birîndar bûn û 3 kes jî winda ne. Xebatên lêgerînê yên ji bo kesên winda 2 roj in didomin.    Xebatên lêgerînê ku duh serê sibehê dest pê kirin, hê jî didomin. Li Xaçerêya Tunela Abîdeyê vê sibehê cenazeyê 2 kesan hat dîtin. Tê gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li vir bi dawî bûne. Lê AVM Piyazayê didomin. Tê gotin ku li vir kesekî 50 salî di qata 1'ê de wina bûye û hê jî nehatiye dîtin. Ji xeynî vê li bajêr 2 welatiyên ketine ber lehiyê hê jî nehatine dîtin.    Li navenda Rihayê, gelek navçe û taxan ji sibehê ve av hatiye birîn.