Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an 2023-03-16 17:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an û xebatên lêgerînê yên ji bo 7 kesên windayî didomin.    Duh li Riha û Semsûrê ji ber baraneke şid lehî rabûbû. Li Rihayê ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da û xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesên windayî jî didomin.    Li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî lehiyê konteyenerek da ber xwe. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û xebatên lêgerînê yên ji bo 2 kesên windayî jî didomin.    Navê 11 kesên ku li Rihayê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan diyar bû. Kîbar Polat, Naîle Polat, Emîne Başbûg, Mûhammed Sabûncû, Omer Farûk Bayaslan, Halîl Çoban, Beyem El Derwêş, Fûtiyem El Şahir, Zehra El Beyt, Teybe El Derwêş û Xalid El Derwêş ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.