Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin 2023-03-16 16:05:07   MÊRDÎN - Ji ber barana zêde li Çemê Circip yê di navbera navçeyên Serêkaniyê û Qoserê av rabû. Ji bo zarokê di çem de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.    Ji ber barana zêde li gundê Aynsirac ê girêdayî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê av rabû, keça bi navê F.S. a 10 salî kete ber avê û di Çemê Circip de winda bû. Li ser agahdarkirina malbata wê ji Mêrdînê tîmên ÛMKE’yê hatin sewqkirin. Ji bo dîtina zarok xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Ji bo dîtina zarok li gundê Mehêna yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ku çem heta wir diçe jî xebatên lêgerînê didomin.