Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma 2023-03-16 15:57:30   AMED - Wesayîtekê li jêrerêya Nexweşxaneya Nexweşiyên Jinan û Welidînê ya li ser Cadeya Rihayê li stûna ronîkirinê ya li refûjê xist. Ajokar di wesayîtê de asê ma û ji bo rizgarkirinê ambulans li cihê qezayê hate sewqkirin.    Wesayîtekê di bin jêrerêya Nexweşxaneya Nexweşiyên Jinan û Welidînê ya li ser Cadeya Rihayê li stûna ronîkirinê ya li refûjê xist. Di encama qezayê de ajokar di wesayîtê de asê ma. Ji bo rizgarkirina ajokar, ambulans li cihê bûyerê hate sewqkirin.    Polîsên ku hatin cihê bûyerê, rê bi awayekî bikontorl li trafîkê vekirin.