‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’ 2023-03-16 14:25:55   AMED - Serokê ÎMO’yê ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz valakirina konbajarê li qeraxê Çemê Dîcleyê hat valakirin nirxand û got: “Dibe ku di demên pêş de ji bo qeraxê çem ji bo îmarê vekin, planek wan hebe.”    Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gel hemû hişyarî û dijderketina konbjarê ji bo mexdûrên erdhejê li qeraxê Çemê Dîcleyê yê Amedê ava kirin, ji ber metirsiya dê di bin lehiyê de bimîne konbajar duh hat valakirin.    Mexdûrê erdhejê yên ji konbajar hatin derxistin birin li Navenda Rehabîlîtasyona Yeşîlayê û hin salonên sporê bicih kirin.    ‘LI ME GUHDAR NEKIRIN’    Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Şaxa Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz konbajarê ku ji ber metirsiya lehiyê hat valakirin nirxand û diyar kir ku li gel ku wan di destpêka avakirina konbajar de hişyarî dan û dij derketin jî lê kon bajar hat avakirin. Korkmaz da zanîn ku wan berê jî dizanibe ku wê metirsiyek wisa li qeraxê çem xwe bide der û got: “Me hişyarî da wan lê li me guhdar nekirin. Ewlehiya xelkê ne di xema wan de bû. Bêyî ku tu îhtîmalan bifikirin, konbajar li qeraxê çem ava kirin.”    ‘JI BO RANTÊ AVA KIRIN’    Korkmaz da zanîn ku armanca tercîhkirina konbajar a li qeraxê çem rant e û got: “Dibe ku di demên pêş de qeraxê Çemê Dîcleyê ji bo îmarê vekin jî. Yanî dibe planên wan wiha hebin.” Korkmaz anî ziman ku heta ku ji bo mexdûran xanî werin çêkirin divê bajarê konteyniran an jî xaniyên kerpîç bên avakirin.