Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim 2023-03-16 11:59:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewletê yê Sûriyeyê diyar kir ku bi şertê ku dewleta tirk leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin dikarin bi Erdogan re hevdîtinê bike. Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad ku çû paytexta Rûsyayê Moskovê, di çarçoveya hevdîtinên bi Tirkiyeyê re de axivî. Li gorî nûçeya Euronewsê; Esad da zanîn ku bi şertê ku dewleta tirk leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne dikare bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.    Esad, diyar kir ku divê dewleta tirk piştgiriya ku dide hêzên paramîlîter bi dawî bike û wiha got: “Tekane rêya hevdîtina bi Erdogan re ev e.”    Tê payîn ku dîplomatên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê di vê hefteyê de li Moskovê bên ba hev û beriya lûtkeya serokatiyê civînekî li dar bixin.