Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin 2023-03-16 11:20:17   MEREŞ - Li Bazarcixê konê lîstikê yê ji bo piştevaniya psîko-sosyal bidin zarokan hatiye vekirin, bi îdiaya ku “dizî hatiye kirin” ji bo 3 rojan hat girtin.    Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê bû sepana “şert û ceza” danîn ser alîkarî û piştevaniya zarokan. Li taxa Fatîhê ya navçeya Bazarcixê, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî derûnnasek li konê ji bo alîkarî û desteka zarokan a psîko-sosyal wezîfedar kiribû. Derûnnas bi îdiaya ku zarokên ji Sûriyeyê li kon “diziye kirine” biryar girt ku konê zarokan 3 roj girtî bê hiştin. Derûnnas ji zarokan re gotiye “ez ê we ceza bikim” û xwe li zarokan hêrs kiriye.    ‘DERÛNIYA WAN HIN BÊTIR XERA DIBE’    Mexdûrek erdhejê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku wezîfedarek ku li kone zarokan hatiye wezîedarkirin beriziye zarokan û “diziyê” xistiye stûyê zarokan. Mexdûr anî ziman ku ji bo derûniya zarokên wan baş bibe dişînin kon lê nêzîkatiyên li konê zarokan hin bêtir derûniya zarokan xera dike. Mexdûr got êdî ew naxwaze zarokên xwe bişîne wî konê lîtikê.    MA / Rûkiye Adiguzel