Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013 2023-03-16 09:15:58 AMED - Rojnamevan Farûk Balikçi ku bi salan e Newrozên Kurdistanê dişopîne, bilêv kir ku Newroza Cizîrê ya 1993'yan ku hevpîşeyê wî Îzzet Kezer lê hat qetilkirin û Newroza Amedê ya 2013'an ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hat xwendin, Newrozên nejibîr in.    Rojnamevan Farûk Balikçi ku ji salên 90'î ve Newrozên li Kurdistanê dişopîne, nêrîn, çavdêrî û fikirên xwe yên der barê Newrozê de bi ajansa me re parve kir.    Balikçi anî ziman ku gava behsa Newrozê tê kirin berxwedana gelê kurd tê bîra wî û got: "Salên 90'î tên bîra min. Ji lew re di wan salan de cinayetên kiryar nediyar, şewitandin û valakirina gundan û bêhiqûqîtî hebû. Lê qadên Newrozê ji gel xalî nedibû. A rast tijebûna wan qadan, bersivek bû li hemberî zextan. Di heyameke wisa de ku bêhiqûqîtî hatibû asta herî jor, mirov dihatin revandin û kuştin, ji paş de rojnamevan dihatin qetilkirin, gel qadan tije dikir. Gava behsa Newrozê tê kirin, ev berxwedana gelê kurd tê bîra min."    'REF BI REF MIROV DIHATIN'   Balikçi bal kişand ser Newrozên Cizîrê ku bi hişmetiya xwe balê dikişandin ser xwe û got: "Newrozên herî bi coş ên Cizîrê bûn. Di salên 90'î de beriya 21'ê Adarê bi hefteyekê li Cizîrê amadekarî dihatin kirin. Ev kelecan û amadekarî bandor li me rojnamevanan jî dikir. Tenê ne ji Tirkiyeyê ji çar aliyên cîhanê rojnamevan dihatin. Ji lew re Newrozên Cizîrê her tim ji aliyê dewletê ve dihatin astengkirin û dihat zanîn ku dê tiştek bibe. Tevî hemû qedexeyan jî gel kincên xwe li xwe dikirin û berê xwe didan qada Newrozê. Ji çiyayên Cizîrê ref bi ref mirov dihatin. Helbet her sal mudaxileyî vê dihat kirin. Bi taybetî di 1994-95'an de zext û tahde pir bûn, lê mirovan qad tije dikirin. Hem bibêje dewletê ev der radestî hêzên tarî kiribû û Newroz di van şert û mercan de dihat pîrozkirin. Her derê wê hatibû dorpêçkirin. di heyameke wisa de ku gund dihatin valakirin û mirov dihatin kuştin, gel Newrozê pîroz dikir. A rast ev qelebalixiya gel, bersivek bû ji bo dewletê. Bi vê beşdariyê peyama 'gelê kurd heye û li vir e' dihat dayîn. Newroz, sembola piştevanî û têkoşînê bûn."    ‘GULE REŞANDIN'   Balikçi behsa Newroza Cizîrê ya 1993'yan kir ku hevpîşeyê wî Îzzet Kezer lê hatibû qetilkirin û got: "Newroza ku min ew jibîr nekiriye ya Cizîrê, ya 1993'yan bû. Ji lew re Cizîr bi temamî hatibû dorpêçkirin. Li serê her quncikî tanq û wesayîtên leşkeran hebûn. Em wekî her carê li Otêla Kadioglûyê bûn. Wê kêliyê qîrîn bi zarokekî ket. Em 9-10 rojnamevan bûn. Me rahişt makîneyên xwe û em bi wê refleksê ber bi cihê deng jê hat ve çûn. Gava em diçûn gule bi ser me de reşandin. Wê kêliyê em ketin malekê. Hevalên rojnamevan ên biyanî, alayên spî çêkirin û gotin tiştek nabe. Min got, em li benda êvarê bisekin. Min got, ji lew re 'êvarî dewlet paş de vedikişe.' Lê gotin tiştek nabe. Axirê alayên spî hatin çêkirin. Sê alayên spî hatin çêkirin. Min rahişt alayekê û hevalekî din jî rahişt yekê û nûçegihanekî alman jî rahişt yekê. Em gava ber bi otêlê ve çûn, cardin em gulebaran kirin. Hevalê rojnamevan ê li cem min Îzzet Kezer ji serê xwe gule xwar.    DI DESTEKÎ WÎ DE MAKÎNEYA WÎ, DI DESTÊ DIN DE ALAYA SPÎ   Me xwe li ber derî dirêj kir. Hê jî gule direşandin. Em ketibûn ser dilê hev, jib o gule li me nekevin. Li ber me deriyekî hesin hebû. Min kulm li derî xist. Di bin derî de valahiyek hebû. Min di binî re lê mêze kir. Jineke ciwan hat, ji mala bihewş. Min bi dengekî hêla go, 'derî veke.' Nizane em kî ne. Ji derve dengê çekan dihat. Bi wê tirsê, min wênegir rê wê da. Min got em rojnamevan in. Gava dît em rojnamevan in, derî vekir. Em hemû ketin hundir, lê me ferq kir ku hevalekî me li nav kuçeyê dirêjkirî ye. Me fêm nekir bê çi bûye. Me nizanibû bê ka sax e yan miriye. Ez û du hevalên din, gava deng ji çekan biriya, me got em herin mêze bikin û wî ber bi hundir ve bikişînin. Jixwe li ser piştê dirêjkirî bû. Di destekî wî de mankîne, di destê win de jî alaya spî wisa dirêjkirî bû. Ez û du hevalên din me hewl da em biçin. Gava em çûn cardin em gulebaran kirin. Ji ber vê em ji bêgavî cardin ketin hundir û paşê hevalê me li nav wê kuçeyê jiyana xwe ji dest da."    NEWROZA 2013'AN   Balikçi ji bo Newroza 2013'an a Amedê jî ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hatibû xwendin ev tişt anîn ziman: "Di 90'î de Newroz, bi hêrs û coş dihat pîrozkirin. Li qadan du hest bi hev re xwe didan der. Lê Newroza 2013'an, bi temamî bi coş hat pîrozkirin. Gelek eks tevlî bûbûn û qada Newrozê bi coşeke mezin tije bû. Belkî di dîroka Newrozê de cara ewil em dibûn şahidê qelebalixiyeke wiha. Ji lew re hêviya ji bo aştî û pêşerojê bi her kesî re hebû. Mirov bi wê coşê qad ê tije kirin û bi rastî jî kelecan û coşeke pir mezin hebû."