Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin 2023-03-15 17:54:22       RIHA – Malbata Şenyaşarê ji ber ku li Rihayê lehî rabû Nobeda Edaletê ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê girt. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev peyam belav kir: “Dayikek ev 3 sal in li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digre. Dewlet û desthilat jî pişta zaliman digrin.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşarê kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 723’yan de berdewam dike.    Malbata Şenyaşarê ji ber ku lehî li Rihayê rabû Nobeda Edaletê ya îro li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê girt. Malbata Şenyaşarê têkildarî nobeda îro li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir: “Di dîroka Rihayê de tu car karesetên wisa çênebûne. Gelo sedema van karesetan çi ye? Dayikek ev 3 sal in li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire. Lê li dijî vê yekê gelê Rihayê bêdeng e. Dewlet û desthilat jî pişta zaliman digrin.”