Mizrakli nehat berdan 2023-03-15 16:46:57   AMED - Di doza Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de ku Dadgeha Bilind ew xera kiribû û darizandin jinûve hatibû destpêkirin, daxwaza ji bo berdanê hat redkirin.    Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ji ber îfadeyên "îtirafkar" Hîcran Berna Ayverdiyê 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza hatibû birîn. Lê Dadgeha Bilind cezayê li Mizrakli hatibû birîn xera kiribû. Ji ber vê darizandin jinûve hatibû destpêkirin. Îro danişîna ewil a dozê hat lidarxistin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat lidarxistin. Mizrakli bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê tevlî danişînê bû. Parêzer Muhsîn Bîlal, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan jî tevlî danişînê bûn. Her wiha Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy, Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî danişînê şopandin.    Mizrakli di danişînê de bilêv kir ku delîlên doza der barê wî de ji aliyê komeke ku bi "taybetî" hatiye peywirdarkirin hatine berhevkirin. Parêzerên Mizrakli jî doza berdana muwekîlê xwe kirin.   Paşê meqama îdiayê mutalaa berpêş kir û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û doza berdewamiya girtina Mizrakli kir.   Heyeta dadgehê jî piştî parastinan biryara domandina girtina Mizrakli da û danişînê taloqî 12'ê Hezîranê kir.