Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan 2023-03-15 16:22:04   RIHA - Ji ber barana zêde li Rihayê lehî rabûn û 9 kesên ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hêj gelek welatiyên li Xaçerêya Abîde û Piazza AVM'ê asê mayîn li benda rizgarkirinê ne.    Ji şevê din heta niha li Rihayê baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde li gelek deveran lehî rabûn. Rûbarê Karakoyunê jî ji ber baranê rabû. Gelek mal û kargehên li rex rûbar ve di bin avê de man û ajokar jî di wesayîtên xwe de asê man.    Tunela Xaçerêya Abîdeyê û Platoya Gola Masiyan di bin avê de man. Her wiha 9 welatiyên ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku ji ber barana zêde li navçeyên Kaniya Xezalan û Heranê jî lehî rabûne.    KESÊN LI AVM’Ê ASÊ MAYÎN HENE   Her wiha Pîzza AVM ku yek ji deverên herî zêde qelebalix a bajar e jî di bin avê de ma. 6 welatî di jêrzemîna AVM’ê de asê man. AVM li nêzî rêgeha rûbar hatiye avakirin û dîmenên kêliya ku lehî bi ser de diçe hatin kişandin. Gelek deverên bajar di bin lehiyê de mane û welatiyên asê mayîn jî li benda rizgarkirinê ne.    Her wiha AFAD’ê da zanîn ku barîn dê heta roja pêncşemê berdewam bikin.