Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin 2023-03-15 14:03:20   COLEMÊRG - Piştî ku li navçeya Şemzînanê starta Newrozê hate dayîn li Dola Rewşenê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin.     Li navçeya Şemzînan a Colemêrge starta Newroza 2023’yan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” hate dayîn. Ji bo Newroza diyarî kesên di erhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir de jiyana xwe ji dest dan Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber avahiya HDP’a li bajêr bi girseyî daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê koma qelebalix ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê di nav de li Dola Rewşenê ya li ser rêya Şemzînan û Geverê agirê Newrozê pêxist. Di pîrozbahiya ku ciwan û jin lê zêde bûn de stranên Newrozê hatin gotin û her tim dirûşmeya “Newroz pîroz be” hate berzkirin. Kesên li wir xwe bi ser agirê Newrozê de avêtin û dîmenên rengîn derketin holê.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ên li vir axivîn, gotin ku tevî qedexeyan jî wê li her derê agirê Newrozê bilind bikin.