Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin 2023-03-15 13:34:08 DÎLOK - Darên li qada çêregeha ku rez û baxçeyên di navbera taxên Kara Çali û Karapinar ên Islahiyeyê de ne hatin jê kirin û ji bo xaniyên TOKÎ’yê xebat hatin destpêkirin.     Erdhejên li Mereşê çêbûn bandor li 11 bajaran kirin, li gorî daneyên fermî 48 hezar û 448 kesan jiyana xwe ji dest dan. Desthilata piştî erdhejê hişyariyên pisporan guhdar nake, ji bo avahiyên nû dest bi pêvajoya avakirinê kir. Hate diyar kirin ku di vê çarçoveyê de darên li qada çêregeha ku rez û baxçeyên di navbera gundên Kara Çali û Karapinar ên Islahiyeyê de ne ji bo xaniyên TOKÎ’yê hatine jêkirin.    Huseyîn Şahîn ê li gundê Karapinar dijî, diyar kir ku ji bo avahiyên TOKÎ’yê yên li herêmê bên avakirin, nehatine agahdarkirin û wiha got: “Me beriya niha li qadê çêregehê dar danîn. Şaredarê Islahiyeyê yê serdema beriya niha ev biribû dadgehê lê dadgehê biryar da ku baxçe ji aliyê gundiyan vê dê bê bikaranîn.”   ‘DARÊN 10 SALAN HENE’     Şahîn anî ziman ku niha li herêmê maşîneyên kar dixebitin û wiha got: “Me li ber çavan nagirin. Ew bi gel re naşêwirin. Em mûxatabekê nabînin. Dema em ji kesên xebatan dimeşînin re dipirsin, dibêjin xaniyên TOKÎ’yê dê bên avakirin. Li vir darên 10 salan hene. Em tên mexdûrkirin. Niha rezê li rex zeviyan min tê jê kirin. Darên me yên zeytûnan jî dikarin bên jê kirin.”