Waliyê Hatayê îstîfa kir 2023-03-15 12:44:41   HATAY - Waliyê Hatayê Rahmî Dogan îstîfa kir.    Waliyê Hatayê Rahmî Dogan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.    Li Hataya ku karesata erdhejê lê çêbû, bi rojan xelk li benda xebatên lêgerî û rizgakririnê mabûn û her wiha xelk bêalîkarî û bêkon hatibû hiştin. Li Hataya ku di bin kontrola walî de bû bi rojan mirov nehatin rizgarkirin û bû sedema mirina bi hezaran kes.    JI BO PARLAMENTERIYÊ ÎSTÎFA KIR    Dogan îdia kir ku ew ji bo di hilbijartina parlamenteriyê de bibe bernamzetê parlamenteriyê ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.