Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist 2023-03-15 12:15:22   RIHA - Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man. Girseya ku li Xaçerêya Abîdeyê kom bû bertek nîşanî Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgul ê xwest tunela di bin avê de mayî bibîne dan û ew ji qadê dûr xistin.    Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man. Yek ji 6 kesên ku li tunela Xaçerêya Abîdeyê ku di bin avê de ma asê man bi derfetên xwe xelas bû. Ji bo kesên di tunelê de asê man piştî çend saetan noqav anîn. Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgul ê ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bişopîne hat, ji aliyê girseya gel a li derdorê kom bû ve ji qadê hat dûrxistin. Li ser gotina ku parazvanê Beyazgul berê çekê daye gel, hêrsa gel zêdetir bû. Beyazgul ji aliyê polîsan ve ji qadê hate revandin û li wesayîta wî hate siwarkirin. Bi hezaran kes li dora Xaçerêya Abîdeyê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê didome kom bûne û bertekê nîşanî şaredaran û desthilatê didin.    MUZEYA ARKEOLOJIYÊ ZIRAR DÎT    Li aliyê din ji çemê Karakoyûn a bajarî (weke çemê qenalîzasyon tê zanîn) av rabû. Piştî rabûna avê Muzeya Arkeolojiyê, Muzeya Mozaîk, AVM’ya Pîaza, Taxa Sîgorte û beşeke Taxa Suleymaniyeyê di bin avê de ma. Hate zanîn ku hin berhemên di depoya muzeya arkeolojiyê jî zirar dîtine. Hate îdiakirin ku li herêma av lê rabûyî 6 kes ber bi avê ketine. Dîsa li Kolana Bahçe ya Halatliyê ji Çemê Manci av rabû. Xaniyên li kêleka çem di bin avê de man û gelek wesayît ber bi avê ketin.