Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû 2023-03-15 11:45:58   RIHA - Yek ji 6 kesên li Xaçerêya Abideyê ji ber barîna barana zêde asê man, ji ava lehiyê bi avjeniyê xelas bû.    Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, li navçeyên navendî yên Eyyubiye, Halîliye û Karakopruyê gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man. Ji ber li Çemê Akpiyar ê li navçeya Karakopruyê li hin cihan av rabû li ser Rêya 35 Metreyê kamav çêbûn.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan du meh berê Xaçerêya Abîdeyê ya bi dirêjiya 150 metreyan vekiribû. Xaçerê di bin avê de ma û xebatkarên agirkujiyê dema hewl dan wesayîteke ku mirov tê de hebûn rizgar bikin, ber lehiyê ketin. Tunel heta devî tije bû û li gel xebatkarên agirkujiyê bi giştî 6 kes di tunelê de asê man.    Yek ji 6 kesên asê mabûn bi avjeniyê xelas bû. Hate diyarkirin ku li Xaçerêya Abîdeyê hêj jî gelek ajokar di wesayîtên xwe de li bendê ne werin xelaskirin.