Li Wêranşarê kon di bin avê de man 2023-03-15 11:00:21   MELETÎ - Ji ber barana zêde û bagerê li Wêranşarê kon di bin avê de man.    Li navçeya Wêranşar a Meletiyê ji ber barana zêde û bagerê konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man.    Di encama erdhejê de li Meletiyê nêzî 32 hezar avahî hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Bi dehhezaran welatî jî di bin konan de dimînin. Ev bû sê roj ku li navçeya Wêranşar a Meletiyê jî baraneke zêde dibare û bager radibe. Ji ber barana zêde û bagerê, cade, kolan û konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man.    Hat diyarkirin ku dê heta sibê jî li navçeyê baran bibare.