Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man 2023-03-15 10:38:07     RİHA - Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man. Li Xaçerêya Abîde ya navçeya Halîliliyeyê 6 kes di tunelekê de asê man.    Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man. Xelkê bajar ji ber vê rewşê bertek nîşanî rayedaran dan. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh meh berê Xaçerêya Abîdeyê ya bi dirêjiya 150 metreyan vekiribû. Xaçerê di bin avê de ma û xebatkarên agirkujiyê dema hewl dan wesayîteke ku mirov tê de hebûn rizgar bikin, ber lehiyê ketin. Tunel heta devî tije bû û li gel xebatkarên agirkujiyê bi giştî 6 kes di tunelê de asê man. Welatiyên ku li derdorê kom bûn, bertek nîşanî bêçaretiyê dan û hat gotin ku gelek wesayît û mirov di tunelê de asê mane.    Tê gotin ku tunel tije herî bûye û ji bo derxistina wan tu rêyên derketinê nînin.    BEŞA LÊNIHÊRÎNA AWARTE HATE TEHLIYEKIRIN    Di heman demê de jêrzemîna Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiye ya Rihayê ku beşa lênihêrîna awarte ye û li ser qada çandiniyê hatiye çêkirin jî di bin avê de ma. Nexweşên li vê beşê diman, li nexweşxaneyên navçeyên navendî û yên bajarên derdorê hatin veguhestin.