Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin 2023-03-15 10:30:39   MEREŞ - Taxa Karaelbîstan ku yek ji herêmên ku Elbistana erdhejê bandor lê kir lê ji nû ve tê avakirine, ji ber hilweşîna wê ya di erdhejên piştî zayînê sala 587 û 27’ê mijdara 1114’an de 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Pispor ji bo vekirina herêmê ya îmarê hişyar dikin.    Navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6 erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Bêyî birînên gel bên dermankirin desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî kete nava liv û tevgerê. Bêyî ku kavil bên rakirin tevî hişyariyên pisporan ên “Ne rêbazeke bi tendurist e” Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihand ku wê li herêmê xebatên înşaetê bidin destpêkirin. Ji bo 250 hezar avahiyên ku tê diyarkirin wê di qonaxa yekemîn de bên avakirin, îhale piştî daxuyaniyê 2 rojan hatin kirin û dest bi danîna hîmên avahiyan hate kirin.    Li navenda erdhejê Elbistanê jî ji bo avahiyên di çarçoveya “Qada Projeyê ya Rojhilat û Bakur” de bên avakirin du herêm hatin diyarkirin. Qada Projeya Rojhilat Taxa Taşbûrûn û herêma Turkkoyû û Qada Projeya Bakur jî Taxa Karaelbistan têxe nava xwe. Tevî daxuyaniya Erdogan a piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya di 6’ê adarê de gotibû: “Dema çêkirina avahiyên li ser xetên fayê, rêgehên çem û herêmên hezazê qediyaye” balkêşe ku Taxa Karaelbistan a ku ji axa aluvyon pêk tê û beşeke mezin a qada çandiniyê ye, di çarçoveya projeya xaniyên komî de cih digire.    DÎROKA REŞ A KARAELBISTANÊ    Tevî ku di dîroka Elbistanê de bi sedan erdhej çêbûne jî bi taybetî ji ber du ji wan derbasî qeydan bûne bi encamên wan tên zanîn. Yek ji van sala 587’an yek jî sala 1114’an de çêbûye. Dîroknasê ermen Sempad dinivîse ku Elbistan, ku li ser deşta navbera gundên Karaelbistan û Hesenkendî yên li bakurê Elbîstan a îro (herêma bi navê xwe yê heyî mêrga Çîlîngîr) ji ber erdhejên dijwar ên 587 û 27'ê mijdara 1114'an Beriya Zayînê (B.Z.) bi temamî xera bû û 40 hezar kes ji ber erdheja sala 1114'an jiyana xwe ji dest dan. Çavkavaniyên ereban jî diyar dikin ku di encama erdhej an jî lehiyên li herêma ku weke Karaelbistan tê zanîn rabûn (Elbistana kevin) navçe li devera niha ji nû ve hate avakirin.    LI KARAELBISTANÊ XEBATÊN TOKIYÊ   Ji 6 hezar û 261 avahiyên ku Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kûrûm ji bo Elbistanê ragihand, wê li Herêma Projeya Rojhilat 2 hezar û 500, li Karaelbîstanê jî 3 hezar û 761 avahî bên çêkirin. Tevî ku erdhejok li Elbistana texrîbateke mezin lê hat jiyîn didomin jî ji bo projeya konûtan a navborî xebatan hatin destpêkirin û hîmê avahiyan hate danîn. Xebatên li ser axa xizîneyê hatine destpêkirin didomin. Endezyarên avahiyê ji bo herêma ji bo îmarê ne guncave fikarên xwe anîn ziman.      XETEREYÊN PLANA ÎMARÊ    Karaelbistan li cihê ku Çemê Ceyhanê û Çemê Sogutluyê digihin hev cih digire. Beşeke mezin a herêmê ji axa aluvyon a berhemdar û axa taybetmendiya wê ya hilgir nîne pêk tê. Yek ji endezyarên avahiyê ku em pê re axivîn wiha got: “Ew der deştên ku beriya niha birinc lê dihat çandin in. Hêj jî garist lê tê çandin. Plana îmarê ya Karaelbistanê plana îmarê ya gund bû. Bajarê mezin pejirand ku derbasî îmara bajarok bibe. Pirsgirêke ku mirov ji bo Karaelbistanê plana îmarê derxîne.”     ÇANDINÎ WÊ JI HOLÊ RABIBE   Beşeke din a ji plana îmarê ya li Karaelbistanê bandor bibe cotkar in. Karaelbistan a xwedî axa berhemdar dikin beton. Cotkar bi fikarin ku bi van avahiyên tên çêkirin di pêvajoya pêş de qadên çandiniyê neminin. Plana îmarê ya li Karaelbistanê ku li herêma erdhejê ye û erdekî çandiniyê yê asta yekemîn e xetereya ji holê rakirina deştên çandiniyê bi xwe re tîne.    MA / Yusra Batihan