Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin 2023-03-15 10:23:36   MEREŞ - Rêxistina HDP’a Bazarcixê ku xebatên xwe yên li konteynirê didomîne, ji bo mexdûrên erdhejê li cem konteynirê balavxaneyek çêkir.    Di erdhejê de xesar gihişt avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazarcixê. Lewma partî xebatên xwe niha di konteynirê de didomîne. Rêveberên HDP’ê ku di heman demê de mexdûrên erdhejê ne, hewl didin tevî gel birînên xwe derman bikin. HDP’ê li rex konteynirê Balavxaneya Markazê ava kir. Li qadê her wiha daşirek ji bo jinan û yek jî bo zilaman çêkir.    Endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Beybûn Aslan diyar kir ku ji bo dermankirina birînên mexdûrên erdhejê dê her cureyên alîkariyê bidin. Aslan, wiha got: “Piştevaniyeke jidil û bi dilxwazî bû. Tu bendaweriyeke me nîne. Ji ber vê yekê jî gel ev ruhê piştevaniyê bêhtir hîs kir û bêhtir jê hez kir.”