ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-15 09:00:25   * Li Kadîfekaleyê ku Rahaşan Demîrelê bi bendena xwe agirê Newrozê lê hil kiribû, îsal dê Newroz di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Mahsûn Koç, diyar kir ku êdî dawiya desthilatê hatiye û divê hemû kesên aştîxwaza li qadên Newrozê bin.    * Mexdûra erdhejê Guler Yildirim bilêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê dest ji warê xwe bernedin û got: "Em di şert û mercên dijwar de dimînin, lê dîsa jî em bi israr in ku li vir bimînin."    * Bozan Demîr ku li bajaroka Elîgorê ya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin diyar kir ku piştî ku ew birine TEM a Rihayê jî îşkence dewam kiriye û li vir kincên wî jê kirine û bi saetan îşkence lê kirine.    * Ji şahidên Newroza Cizîrê ya 1992'yan Hasan Altan ku birayê wî, xalê wî û pismamê roja Newrozê hatine qetilkirin bilêv kir ku îro Newroz bi saya ruh û têkoşîna salên 90'î bi awayekî azad tê pîrozkirin û wiha got: "Bi saya vê tekoşînê îro tenê kurd, hemû cîhan Newrozê pîroz dike."   * Gulên nêrgizê ku wek mizgîniya biharê ne, bi rengên xwe yên kesk, zer û spî Deşta Hespîstê dixemilînin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 723’yemîn de berdewam bike.     * Danişîna doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli piştî ku Dadgeha Bilind biryara xerakirina cezayê wî da dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.50)     * Danişîna 23’yemîn a Doza Kobanê dê di roja yekemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bêlidarxistin. (10.00)     * ÎHD dê rapora binpêkirinên mafan a têkildarî girtîgehên li herêmên erdhejê dê li Navenda Giştî eşkere bike. (11.00)     * Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” dê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dest pê bike. (11.00) ZINDΠ     * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê li ber Şaredariya Bajarê Mezin  Amedê têkildarî avahiyên qaçax daxuyanî bide. (12.30)