Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn 2023-03-14 22:04:05   MÊRDîN – Li Stewrê bi navbeynkariya HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ferdên malbata Doganê ku bi salan hisûmet di nava wan de hebû, li hev hatin anîn.    Li gundê Ehmedî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ferdên malbata Doganê ku bi salan hisûmet di nava wan de hebû, li hev hatin. Ferdên malbatê bi navbeynkariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk li hev hatin.    Piştî malbat li hev hatin xwarin hat dayîn. Hevserokê HDP'a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît ku di xwarinê de axivî, destnîşan kir ku divê qîmeta aştiyê bê zanîn û got ku gelê kurd bi çareserkirina pirsgirêkên di nava xwe de divê ji bo yekîtiya neteweyî tevbigerin.