Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze 2023-03-14 16:37:58 HATAY - Kemal Kiliçdaroglû li Hatayê axivî û bang li Erdogan kir û got: “Heke helalbûnek bibe jî divê tu ji bo qurbaniyan lêborîn bixwazî.”    Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû serdana Hatayê ku karesata erdhejê lê çêbû kir û di Civîna Milet de axivî. Kiliçdaroglû diyar kir ku piştî hilbijartina di 14’ê Gulanê de pêk were dê ew bi sibehek ku kes neyê cihêkirin re şiyar bibin û ji vê îktidarê rizgar bibin.    Kiliçdaroglû anî ziman ku li gel ku ji mehekê bêtir bi ser erdhejê re derbas bû jî hê jî îktidar di asta tê xwestin de tiştek nekiriye û her deverî kiriye qada kavilan. Kiliçdaroglû li Hatayê axivî û bang li Erdogan kir û got: “Heke helalbûnek hebe jî divê tu ewilî mifteya welatiyan teslîmî wan bikî û divê tu ji bo qurbaniyan lêborînê bixwazî.”