Fîncanci: Em îro di şînê de ne 2023-03-14 14:22:50   SEMSÛR - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya di bîranîna tenduristvanên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de axivî, wiha got: “Ji ber xemsariya hikumetê ya bi salan e gotinên me guhdar nake me bi deh hezaran mirovên xwe winda kirin. Em îro di şînê de ne.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û endamên konseya navendî yên bi wesîleya hefteya 14’ê Adarê Cejna Tipê hatin bahev li ber Kûleya Saetê ya Semsûrê tenduristvanên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Di daxuyaniya hate dayîn de ji bilî rêveberên Odeya Bijîşkan a Mêrdîn, Amed, Manîsa û Îzmîrê gelek endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) jî amade bûn.    ‘BIJÎŞK BI TENA SERÊ XWE HATIN HIŞTIN’   Fîncanci ya di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ew ê di pergala tenduristiyê ya bijîşk di bin kavilan de nemînin û civakparêz de israr bikin û wiha got: “Tiştên ku bi salan e me digotin bi şewbê ber bi çav bûn. Me serî netewand em ê netewînin. Me careke din dît ku tenduristvan bi tena serê xwe hatin hiştin.”   ‘EM DI 14’Ê ADARÊ DE DI ŞÎNÊ DE NE’   Fîncanci, diyar kir ku îro di şînê de ne û wiha berdewam kir: “Ji ber xemsariya hikumetê û Wezareta Tendurisitiyê ya bi salan e gotinên me guhdar nake me bi deh hezaran mirovên xwe winda kirin. Em îro di şînê de ne.”   Piştî daxuyaniyê bijîşkan û kedkarên tenduristiyê qurnefîl danîn ber Kûleya Saetê.