Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’ 2023-03-14 12:51:36   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê yê HDP’ê Samet Menguç bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê daxuyaniyek da û wiha got: “Em ê bi hev re jiyaneke mirovane û wekhev ava bikin.”    Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Samet Menguç bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Menguç, diyar kir ku rojên ew 14’ê Adarê weke cejnekî pîroz bikin nêz in û wiha got: “Em bi şîn û xemginiyeke mezin dikevin cejn û hefteya tipê. Bi erdhejên 6’ê sibatê yên Mereşê re bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bi awayekî organîzeyî mudaxileyî herêmê kirin. Bi taybet jî em minetdarên rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ne ku ji bo jiyana mirovan hewldaneke mezin nîşan dan.”    Bi domdarî jî ev tişt got: “Em ê jiyaneke mirovane û wekhev bi hev re ava bikin. Pir nêz e ku em li gel hemû bijîşkan 14’ê Adarê weke cejnekê pîroz bikin.”