Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin 2023-03-14 12:48:53 ENQERE - Pêvajoya hilbijartinê ku YSK’ê ji bo Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn amade kiriye, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Pêvajoya hilbijartinê ku Lijneya Hilbijartinê ya Giştî (YSK) ji bo Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn amade kiriye, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî pêvajoyê ji bo namzetiya serokkomariyê wê serlêdanên li YSK’ê bên kirin di 19’ê adarê de dest pê bikin. Partiyên siyasî jî wê lîsteyên xwe yên namzetiya parlamenteran heta 9’ê nîsanê bidin YSK’ê.    Ji bo serokkomariyê wê lîsteya dawî ya namzetiyê di 31’ê adarê de diyar bibe û lîsteyên namzetên dawî yên ji bo parlamenteran jî wê di 19’ê nîsanê de diyar bibin. Dengdana li derveyî welat û li deriyên gumrukê wê di 27’ê nîsanê de dest pê bike.