Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake 2023-03-14 12:37:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye para avê ya Iraqê zêdetir ji Çemê Dîcle û Çemê Firatê berdin. Berdevk ragihand ku pêwîstiya Iraqê her saniyek bi 400-500 metre kûp avê heye.   Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê Xalîd Şemal bi daxuyaniyekê ragihand ku wana daxwaznameyek li ser avê pêşkêşî dewleta tirk kirine. Xalîd diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye avê zêdetir berdin û wiha got: “Di saniyekê de ji Çemê Dîcleyê 400 metre kûp, ji Çemê Firatê jî 500 metre kûp av ji bo Iraqê pêwîste. Dihat payîn Iraq di 5’ê adarê de avê berde, ji bo wê ger Tirkiye av berdabe, dibe ku di nava çend rojan de bigihi herêmên başûrê Iraqê.”   Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye li dijî Iraqê avê weke çekek bikar tîne, bi taybet jî avê li dijî gelê kurd bikar tîne û dixwaze Iraq hîn zêdetir di warê êrişên dijî kurdan de alîkariya wan bike.