Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike 2023-03-14 12:24:00 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 722’yan de didome. Malbatê ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya heqîqetê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 722’yan de berdewam dike.”   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 722’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate daliqandin.    ‘JI BO EDALETÊ DEMEKÎ NÊZ MA YE’    Malbatê, têkildarî nobetê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo edaletê demekî nêz ma ye ku dozgerên rast ên vî welatî edaleta rast pêk bînin. Dema kesên xwe bi ser mirovan re dibînin çûn, wê demê dê dozger û serdozger jî ji deriyê edliyeyê bikevin hundir. Têkoşîna me ya heqîqetê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 722’yan de berdewam dike.”