Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye 2023-03-14 12:23:30   DÎLOK - Ji pitika bi navê Elîsa ya yek salî ku ji binê kavilek avahiya li navçeya Turkoglûya Mereşê sax hat derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûrdagiyê agahî nayê girtin.   Pitika bi navê Elîsa Onder a yek salî li gel dayik û kalik û pîrika xwe li taxa Şekeroba ya bi ser navçeya Turkoglû ya Mereşê ve li avahiya sê qatî di bin kavil de man. Cîranan Elîsa Onder rizgar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Nûrdgahiya Dîlokê. Cîranan piştî pitikê danîn nexweşxaneyê û zivirîn. Ji Elîsa ku wê di 24’ê adarê de bikeve du saliya xwe agahî nayê girtin.    LI BER DERIYÊ NEXWEŞXANEYÊ WINDA DIBE    Hat zanîn ku ew roja ku Elîsa anîne nexweşxaneyê, ji ber nexweşxaneya Nûrdagiyê xesar dîtiye û hatiye valakirin, nexweşên birine nexweşxaneyê bêyî bên tomarkirin, sewqî nexweşxaneyên li Dîlokê kirine. Zarokên biçûk ku rewşa wan baş bûye, radestî polîsan hatine kirin. Malbata Elîsa serî li her cihên fermî dan lê tevî ku mehek derbas bû jî hê jî winda ye.    NEVIYA XWE DIXWAZE    Pîrika Elîsa, Unzîle Onder anî ziman ku hevjîn û keça wê jiyana xwe ji dest dane û neviya wê jî hatiye windakirin. Onder got dema erdhej çêbûye ew şiyar bûne û avahî hilweşiyaye û bi alîkariya cîranên xwe ew û neviya wê hatine rizgarkirin. Onder da zanîn ku neviya wê Elîsa ji bin kavil hatiye derxistin jî wê nedîtiye û got: “Cîranan wê rakiriye nexweşxanê lê li benda wê nesekinîne. Elîsa sax e mirî ye ne diyar e. Bila neviya min bibînin, bes e. Ku winda ye hin bêtir zor e. Me li her aliyî pirsî jî lê me nedît. Ew sax be jî mirî be jî ez wê dixwazim. Bila neviya min bibinin, ez tiştek din naxwazim. Qet nebe bila gorek we hebe.”    MA / Omer Îbrahîmoglû