Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin 2023-03-14 11:50:40   HATAY - Li Antakyayê avahiyek di erhejoka bi pileya 4.7 ku navenda wê navçeya Koksenê de hilweşiya.    Li Antakyayê avahiyeke bi xesar, serê vê sibehê di erdhejoka bi pileya 4.7 ku navenda we navçeya Koksen a Mereşê de hilweşiya. Hilweşîna avahiya ku diviyabû bi lezgînî bihata hilweşandin lê tevî evqas dem derbas bû jî mudaxele lê nehate kirin ji hêla gel ve bi telefonan hate qeydkirin. Di dema hilweşînê de Petrola Baklaci ya li rex avahiyê jî zirar dît.    Piştî hilweşînê ji aliyê leşkeran ve li dora kavilê avahiyê şerît hate kişandin.