Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin 2023-03-14 10:34:03   STENBOL - Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û hate binçavkirin.    Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, hate binçavkirin. Çelîk, ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û bi hinceta ku di çarçoveya lêpirsîneke cuda de biryara girtinê heye, hate binçavkirin.    Hat zanîn ku dê Çelîk li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bide dozgeriyê.