Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin 2023-03-14 10:31:28   ÊLIH - Dayik Zennûre Yuce ya diyar kir ku bi çalakiya Sema Yuceyê Newroz nas kiriye, bi lêv kir ku li ser pira Yuceyê di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de avakiriye bi milyonan kes bi ruhê berxwedanê derbas bûne û herkes vexwend qadên Newrozê.    Newroz an jî “Cejna Newrozê”, cejneke biharê ye ku ji aliyê gelê kurd, gelên îranî û gelek gelên din ve her sal di21’ê Adarê de tê pîroz kirin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cih digire. Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar ê Qralê Asûran Dehaq têk bir vêxist, Kawayê Hemdem (Mazlûm Dogan) bi 3 darikên şixatê ku di sala 1982’yan de li Zindana Amedê vêxist veguhest roja me. Ev agir ronîkirina rêya gelê kurd didomîne. Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Berîvan) ên Mazlûm Dogan şopandin bi çalakiyên xwe wate dan Newrozê.    ‘KEÇA SERHILDÊR YA ARARATÊ’    Sema Yuce ku 21’ê adara 1998’an li dijî zilma li ser gelê kurd di girtîgeha lê dihat ragirtin dawî li jiyana xwe anî û strana Hozan Serhat a bi navê '”Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)'' ji bo wê hate gotin, li gel salên derbas bûn jî bi berxwedan û çalakiya xwe cihê xwe di nav bîranînan de digire.   Sema Yuce, di sala 1971'ê de li gundê Qerxeliya Jêrê yê navçeya Dûtaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Dûtaxê û lîseyê jî li Agiriyê kuta kiriye. Paşê ji bo beşa Civaknasiyê çûye Zanîngeha Ortadogû Tekînîkê (ODTU). Di sala 1991'ê de li Mêrdînê tev li nav refê PKK'ê bû. Di havîna 1992'yan de tevî komeke hevalê xwe xwestiye biçe Agiriyê, lê ji ber îxbarekê li navenda bajêr hatiye binçavkirin û piştî lêpirsîneke dûr û dirêj hatiye girtin. Paşê 22 sal ceza lê hatiye birîn. Yuce, ewilî sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê hatiye kirin. Di 21'ê Adara 1998'an de şeva Newrozê li girtîgehê agir berdaye bedena xwe. Piştî çalakiyê 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê ya Stenbolê maye û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest daye.   NAME    Yuce, di nameya ku beriya çalakiya xwe nivîsî de bi gotinên “Ji bo ku ez bibim xwendekarekî baş ê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me yên din, dixwazim mîna Zekiyeyan bişewitim û mîna Rahşanê bibim Newroz. Jin çirûskên agirê kurd in. Her jina ku dikare ji xweliyên xwe ji nû ve ji dayik bibe, ya ku dibe çirûska vê yekê, wê bibe avakarê Kurdistana azad” ji jinên peyhatî re dibe çavkanî.   ZAROKA APOGER A MALBATA BARZANIYÎ   Dayik Zennûre Yuce, bal kişand ser aliyên berxwedêr ên Yuceya ku weke “Zaroka Apoger a malbateke Barzaniyî” penase dike. Yuce, bi bîr xist ku li cihekî ku li dijî xwendina zarokên keç derdikevin, keça wê ODTU qezenç kir û çû Enqereyê û wiha got: “Sema keseke ku ji aliyê herkesê ve dihate hezkirin û gotinên wê dihatin guhdarkirin bû. Bi herkesê re têkiliyên wê gelek baş bûn. Di demên ku Semayê dixwend de keçikan ne dikarî biçin dibistanê. Bavê wê mirovekî gelek baş bû û qet dilê wê nedihêla. Piştî ku Sema 2 salan li Enqereyê ma ez jî vexwendim li cem xwe. Me xanî girt û ez bi wê re mam. Rojekê roja Newrozê bû. Tax bi polîsan tejî bûbû. Sema çû odeyê û got ‘heke polîs pirsa min bikin bêjê ne li vir e.’ Wê demê min guman jê dibirin. Hevaleke wê wêneyê Berîtanê nîşanî min a û got ‘Dayê Sema jî dikare rojekê wisa bibe?’ Min got ‘Berîtan li ku Sema li ku’. Sema çû, 3 rojan em lê geriyan pişt re bi telefonekê em hîn bûn ku tev li PKK’ê bûye.    ‘EZ NIKARIM ÎXANETÎ KEÇA XWE BIKIM’   Yuce, destnîşan kir ku ji leşkerên ku ji bo keça wê vegere daxwaza “alîkariyê” kirine re bi gotina “ez nikarim îxanetê li keça xwe bikim” qebûl nekiriye û anî ziman ku çalakiya keça xwe ji televîzyonê hîn bûne. Yuce, da zanîn ku dema çû nexweşxaneyê keça wê ewilî pirsa “Dayê Serok (Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan) ji bo çalakiya min çi got? Hêrs bû?” pirs kir, bi bîr xist ku keça wê jê re gotiye ‘Çiqas bextewar im ku dayika min tu yî, ez ji te hêz digirim.” Dayik Yuce ya bal kişand merasîma cenaze ya keça xwe wiha axivî: “Di demekî ku zext û zilm ewqas zêde bûn de cenazeyê keça xwe me girt û anî Agiriyê. Ne tenê ez bi deh hezaran kesên tev li merasîma cenaze bûn xwedî li berxwedana keça min derketin. Bi awayekî bihişmet hate veşartin.”   ‘DI NAVBERA 8’Ê ADARÊ Û 21’Ê ADARÊ DE BÛ PIREK’   Yuce, anî ziman ku bi pişt keça xwe re qet negirî û wiha berdewam kir: “Ez bi çalakiya wê her tim bi serbilind im. Rojekê jî ez negirîm. Girîn qebûlnekirina çalakiya wê ye. Çalakiya wê bû pirek. Weke ku di nameya xwe de diyar kirî pireke di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Li ser wê pirê niha bi milyonan bi rûhê berxwedanê derbas dibin niha. Di nava vê têkoşînê de me Berîtan, Zîlan û Rewşan nas kirin ji wan hêz girt. Ez niha jî dibêjim ‘Xwezî 10 zarokên min ên weke Semayê hebûna û ji bo azadiya gelên xwe xebitîbûna’. Ji bo layiqî keça xwe bim bi salan çi ketibe ser milê min, min kir û hê jî dikim.”   ‘EZ Ê LI NEWROZÊ BIM’   Dayik Yuce, destnîşan kir ku Newroz bi çalakiya keça xwe nas kir û ev tişt got: “Beriya Semayê ne Newroz, ne Ocalan ne jî Tevgera Azadiya Kurd me nas nedikir. Bi wi re hem me hem bi deh hezaran nas kir. Ez diçim hemû Newrozan, heta ku temenê min têra bike ez ê li hemû Newrozan bim.” Dayik Yuce ya laçika xwe ya kesk, sor û zer ku ji bo Newrozê amade kiriye nîşan da, banga tevlibûna Newrozê kir.