Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin 2023-03-13 16:31:23 COLEMÊRG - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemêrgê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18’ê adarê bê lidarxistin ev bang kir: “Em hemû gelê xwe vedixwînin Newroza ku em ê azadî û aştiyê biqîrin.”   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemêrgê têkildarî Newroza 2023’yan a bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Metna kurdî ya daxuyaniyê Hevberdevkê Komîteya Amadekar ê Newrozê Kadîr Şahîn, ya tirkî jî Asya Akgul xwend. Komîteya Amadekar ragihand ku wê pîrozbahiya îsal di 18’ê adarê de li otogara li Taxa Tekserê bê lidarxistin.    Hevberdevkê Komîteya Amadekar ê Newrozê Kadîr Şahîn, diyar kir ku Newrozê îsal bi êşa erdhejê pêşwazî dikin û wiha got: “Em bernameya îsal a Newrozê dîyarî qurbanîyen erdhejê diken. Bî dilekî xemgîn lê bi hevî û bawerî Newroza 2023’yan bi dirûşmeya ‘Her der Newroz, her dem Azadî’ pêşwazî diken. Kerb û kîna me zede ye, êşa me girane, lê em ê bi ruhê serhildana Kawa, ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê bipirsin. Em ê di vê Newrozê da tecrîdê rakin û hemû girtiyên siyasî dê bigihin azadiyê. Banga me ew e ku qadên Newrozê bi hevra bibêjin, ‘Her der Newroz,her dem Azadî’. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê.”