Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê 2023-03-13 15:58:24   STENBOL - Di doza êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Esenyûrtê de derket holê ku 2 ji bersûcan 10 roj piştî êrişê li Ocaxên Ulkuyê wêne kişandine û parvekirine.    Danişîna ewil a derbarê Taylan Çakal, Suleyman Yildirim, Recep Korkmaz, Mûhterem Bedîr û Serkan Bedîr ku di 17’ê kanûna 2016’an de bi çekan êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyûrtê kirin û piştî ji qeydên kamerayan hatin tespîtkirin û binçavkirin, hate li dar xistin. Danişîna doza ku êrişkar negirtî ji sûcê “Zirar dayîna avahî, tesîs û tiştên di bikaranîna saziyên pîşeyî û partiyên siyasî de” tên darizandin li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Buyukçekmeceyê hate lidarxistin. Ji êrişkaran Serkan Bedîr, Recep Korkmaz û Mûhterem Bedîr di danişînê de amade bûn. Cesîm Çîçek ê di dema êriş pêk hatî de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê bû, parêzerên partiyê yên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar, Vedat Çagritekîn û Mehmet Şerîf Oner jî di danişînê de amade bûn.    LI OCAXÊN ULKUYÊ WÊNE KIŞANDIN    Parêzeran pirsa wêneyê ku bersûc Mûhterem Bedîr jî di nav de û li Ocaxên Ulkuyê yên MHP’ê hatiye kişandin kirin. Bedîr da zanîn ku wêneyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kirî 10 roj piştî êrişê hatiye kişandin û îdia kir ku tu eleqeya wî bi êrişê nîne. Bedîr îdia kir ku roja êrişê ji bo telefona xwe tamîr bike li Esenyûrtê bû û piştî êrişê ji wir reviye. Bedîr anî ziman ku pişt re hatiye binçavkirin.    Bedîr, ji pirsa parêzeran ya derbarê ka têkiliya wî bi MHP’ê û Ocaxên Ulkuyan re heye an ne re bersiva “Ji berê e tekilaya min bi MHP’ê re heye” da.     Dû re yek ji bersûcan Taylan Çakal, sûcdarî qebûl nekirin. Çakal îdia kir ku pîlaqeya wesayîtan hatiye tev li hev kirin û roja hatiye binçavkirin cara ewil çûye Esenyûrtê.    Pişt re Mûhterem Bedîr ê careke din mafê axaftinê dane wî got bi bersûc Serkan Bedîr ê negirtî tê darizandin re çûne Ocaxên Ulkuyê. Recep Korkmaz, anî ziman ku çeka di êrişê de hatiye bikaranîn ji Mûhterem Bedîr kirî ne. Korkmaz, diyar kir ku roja êrişê Bedîr li cihê kargeha xwe bû û çek xistiye çekmeceyê, polîsên hatin vir dest danîne ser çekê lê îdia kir ku çek di êrişê de bi kar neanîne.    ‘NE TESADUF E’   Ji parêzerên partiyê Ferdî Yamar bi bîr xist ku di dema êriş pêk hatî de li Beşîktaşê li dijî polîsan êriş pêk hatibû, pişt re weke berpirsyarê êrişê HDP hatibû sûcdarkirin û gelek êrişên li dijî HDP’ê pêk hatin. Yamar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne tesadufe ku Recep Korkmaz ê êriş pêk anî çek ji Mûhterem Bedîr kiriye û Bedir jî apê Serkan Bedir ê yek ji bersûcan e.”   Dozger xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku êrişkar Suleyman Yildirim di danişîneke din de bê amadekirin, Sînem Ongel û Erol Dengîzo yên ji êrişê re bûn şahid jî bên guhdarkirin û danişîn taloqî 11’ê cotmehê kir.