Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn 2023-03-13 15:56:36   COLEMÊRG - Li dibistana gundê Dêlezê ya Geverê nêzî 30 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.    Li Dibistana Seretayî û Navîn a Abdulkadîr Alkan a li gundê Dêlezê ya Gever a Colemêrgê, nêzî 30 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. Hat zanîn ku xwendekar ji dewê dîroka wê derbas bûy û donera hatiye dayîn jehrî bûne. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê li dibistanê hatin veguhestin û mudaxilaya ewil hate kirin. Piştre jî xwendekar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat zanîn ku rewşa xwendekaran baş e.