Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve 2023-03-13 14:45:32   AMED - Di erdhejê de xesareke mezin gihişt mala Yûsûf Akgunduz ku 3 zarokên wî nexweşên diyalîzê ne lê ji ber zêdebûna kirêyan nikare ji mala xwe derkeve. Akgunduz, wiha got: “Ez dixwazim bo min cihek bê peydakirin, nexwe nikarim ji vî avahiyê pirxesar derkevim.”    Di erdhejên Mereşê de li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan û xesareke mezin gihişt gelek avahiyan jî. Piştî erdhejê jî kirêyên avahiyan pir zêde bûn. Li navçeya Bismilê kirêyên beriya erdhejê bi di navbera hezar-2 hezaran de diguheriya, niha derketine 6 hezar lîreyan. Lewma gelek malbat mexdûr bûne. Yek ji van malbatan jî malbata Yûsûf Akgunduz e. Di erdhejê de xesareke mezin gihişt mala Akgunduz a di Apartmana Guler a li Taxa Akpinarê. Li gel vê yekê jî Akgunduz ji ber bihabûna kirêyan avahî peyda nekir. Ji 4 zarokên Akgunduz 3 jê nexweşên diyalîzê ne û tevî 4 zarok û hevjîna xwe di avahiyê pirxesar de dimîne. Avahî hatiye mohrkirin û malbat di bin xetereyeke mezin de ye lê heta niha jî ne AFAD’ê û ne jî Heyva Sor a Tirk tu alîkarî nedaye malbatê.    Dema zabite mala Akgunduz mohr dikin û hewl didin malbatê derxînin, Akgunduz li ber xwe da û bertek nîşan da. Li ser israra zabiteyan jî hinek tiştên xwe ji pacê avêtin derve.    TIŞTÊN XWE JI PACÊ AVÊTIN DERVE   Akgunduz, wiha qala rewşa xwe kir: “Ez bêkar im û nikarim heqê van kirêyan bidim. Bila ji min re yan malekê yan jî konteynir, konekî peyda bikin. Ma dewlet ewqas ji xwe xelase? Bila avahiyeke kirêkirî bo me peyda bikin û bicih bikin. Ev 30 sal in em li Bismilê dijîn dê çawa li kolanan bijîn? Saetek û nîv qewl dan me ku ji avahî derkevin. Ji bo hevdîtinê çûm cem qeymeqam lê got ‘ez guncav nînim.’ Dewletê ewqas alîkarî ji qeymeqam re şand lê nade me. Kirêyên avahiyan bûne 6 hezar TL. Tên ji min re dibêjin; ‘ji vir derkeve.’ Ez dernakevim. Hemû zarokên min nexweş in. 3 zarokên min ên astengdar hene. Hewce bike dê canê xwe bidim lê dê ji vir dernekevim. Bila dengê min bila heta Tayyîp Erdogan biçe, ez ji vir dernakevim.”