Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an 2023-03-13 13:42:20   MELETÎ - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 48 hezar û 448’an.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Navenda Koordînasyona Karesatê ya li Meletiyê daxuyanî da. Soylu, diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 48 hezar û 448 kesan. Soylu, diyar kir ku 6 hezar û 660 kesên biyanî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û got ku gelemperiya wan ji Sûriyeyê ne.