Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin 2023-03-13 12:59:55   COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Onur Duşunmez diyar kir ku bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re 7 sal derbas bûn û mafên sivîlên hatine qetilkirin û malên wan hatine hilweşandin tune hatine hesibandin.    Di navbera 13’ê adarê û 30’ê gulana 2016’an de li Gever a Colemêrgê qedexeya derketina derve hate ragihandin û bi ser re 7 sal derbas bûn. Di dema qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 5 hezar avahî û kargeh hatin rûxandin û bi dehhezaran kes jî koçî navenda Colemêrg, Wan û metrepolên Tirkiyeyê bûn. Bi rakirina qedexeyê re beşeke mezin a gel dîsa vegeriya. Xelkê ku malên wan hatin hilweşandin, neçar hatin hiştin ku li TOKÎ’yan bijîn.    Bi rakirina qedexeyan re li Colemêrgê hema hema her roj bi hincetên keyfî girtin û binçavkirin çêbûn. Li ser îfadeyên şahidên nepen, hema hema ji her malbatê kes hatin binçavkirin û girtin. Şahidên eşkere gotin ‘me îfade di bin îşkenceyê de dan’ lê dîsa jî kesek nehat berdan. Derheqê bi hezaran kesên wê demê nehatin girtin de jî bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê”, “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarîdayîna rêxistinê” doz hatin vekirin.    ‘ÊN BAJAR NETERIKANDIN JI HÊLA DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN’   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Colemêrgê Onur Duşunmez têkildarî binpêkirinên li Geverê axivî. Duşunmez got ku ji ber fikarên ewlehiyê û nekirina xizmetan li bajar û navçeyan, meclisên bajaran rêveberiyên xweser ragihandine û wiha domand: “Li dijî zextên hêzên ewlekariyê, çalakiyên ‘bêîteatiya sivîl’ dest pê kirin. Ji ber van çalakiyan jî, dewletê li Gever û gelek bajar û navçeyan bi awayekî derqanûnî qedexeyên derketina derve ragihandin. Xwestin gel bitirsînin. Wê demê du tişt li gel hatin ferzkirin. Jê re gotin an hûn ê bajar biterikînin an jî dê rastî binpêkirinan bên. Ên bajar neterikandin ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Diviya bû têkildarî van komkujiyan Protokola Mînnesotayê biketa dewrê lê neket meriyetê. Berevajî vê, dewletê li van bajaran polîtîkaya necezakirinê xist meriyetê.”    ‘JI BO NÛÇEYAN MALÊN XELKÊ HATIN BOMBEBARANKIRIN’    Bi domdarî Duşunmez anî ziman ku kesên noker û sîxûran her hemleyên dewletê yên li dijî gel di dema qedexeyan de hatine kirin bi eşkereyî vegotine û wiha pê de çû: “Ji bo nûçegihanekî, li pêş çavê hemû dinyayê avahî hatin teqandin. Tenê ji bo nûçeyekî stargehên xelkê teqandin. Tevî van tiştan jî tu rayedar û hêzên ewlekariyê ji vê hilweşînê berpirsyar nehatin dîtin. Ji ber ku yê dimir û mala wî dihat herifandin kurd bû. Ji ber polîtîkaya necezakirinê, her wiha bi rêgezên Biryara Urdunê ya DMME’yê ku dibêje; ‘meqamên lêpirsînê divê tavilê bikevin nava tevgerê, lêpirsînerên serbixwe hewce dikin, divê hemû belge, agahî û rapor li gorî usûlê bên komkirin, lêpirsîn bê pêşxistin û ev lêpirsîn û teqîbat ji qaa cemaweriyê re vekirî be’ nehatin pêkanîn.”    ‘BI HINCETÊN VALA CEZAYÊN MUEBBETÊ’   Duşunmez, daxuyand ku piştî bidawîkirina qedexeyan têkildarî binpêkirina mafê jiyanê serî li necezakirinê hatiye dayîn û axaftina xwe wiha qedand: “Kesên li navenda bajar dijiyan, bi hincetên vala cezayê muebbetê lê hat birîn. Bi darê zorê TOKÎ li kesên mal û kargehên wan hilweşiyayîn ferz kirin. Yên ku ev red kirin û serlêdan kirin jî encamek jê negirtin. Ser van re, qeyûm li îradeya gel hatin tayînkirin. Divê neyê jibîrkirin ku sûcên li dijî mirovahiyê bi tu awayî nakevin ber demborînê. Her wiha divê bê zanîn ku ragihandina rêveberiyên xweser û daxuyanî bi tevahî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ne. Em wê zilm, înkar û îşkceyên di wê pêvajoyê de li gelê kurd hatine kirin qebûl nakin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, weke OHD’ê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”