Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye 2023-03-13 10:44:46     DÎLOK - Ji mexdûrên erdhejê Serpîl Sungu di erdhejê de hevjîn, kurê xwe û xwesûya xwe winda kir. Sungu wiha got: “Ji bo alîkariyê kirê min serlêdan kir lê îqametgehê ji min dixwazin. Tevî zarokên xwe pêdiviya me bi her alîkariyê heye.”    Gundê Kerkut ê navçeya Islehiye ya Dîlokê di erdhejê de weran bû û 80 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî pirsgirêka cihê mayînê ya welatiyan nehatiye çareserkirin û welatî hewl didin birînên xwe derman bikin. Welatiyên ku di konan de dijîn, ji ber hewayê sar rojên zehmet derbas dikin.    Ji şêniyên gund Serpîl Sungu, di erdhejê de hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir û mala wê jî hilweşiya. Niha jî tevî zarokekî xwe yê 7 salî û yekî 15 salî birînên xwe derman bike. Sungu, diyar kir ku piştî erdhejê dengê hevjîn û zarokê wê dihat û wiha got: “Kurê min, hevjînê min, dişa min, xezûr û xwesûya min di bin kavilan de man. Dengê kurê min dihat. Hevjînê min jî diqîriya û digot; ‘Ez li cem qoltixan im.’ Min jê re got; ‘ranezên, bi hev re biaxivin, ez ê biçim alîkariyê bînim.’ Berf û baran dibariyan. Cîranên me jî di nava hingamê de bûn. Ji her deverê deng dihat. Di wê navberê de bênavber erdhej çêdibûn. Dema dinya hinek ronî bûy, zarokê min digot; ‘min rizgar bikin.’ Kurê min heta saet 10.00’an jî dijiya. Bangî min dikir û digot; ‘dayê canê min diêşe, min xelas bike.’ Lê kesek tune bû. Kurê min di bin kavilan de ji sermayê jiyana xwe ji dest da.”    DI 2 KONAN DE 60 KES DIMAN   Bi domdarî Sungu destnîşan kir ku demek piştre cîranên wan alîkarî kirine û wiha qala wan kêliyan kir: “Me bi alîkariya cîranên me dişa min û ber bi nîvro ve jî xezûrê min derxist. Êdî rojek ser re derbas bû. Me bi saya gundiyan û kemçeya ku kana madenê şandibû cenaze derxistin. Piştî erdhejê em 3 rojan di wesayîtê de man. Piştre 2 kon hatin. Me bi derfetên xwe ew kon vegirt. Em 60 kes di wan her du konan de diman. Em dorveger radizan. Dema yek hişyar dibû li şûna yekê din radiket.”    ‘HER TIŞTÊ MIN DI BIN KAVILAN DE MA’   Sungu, di berdewamê de got ku di roja 32’yan a erdhejê de ji wan re konteynir hatine şandin û axaftina xwe wiha qedand: “Rayedaran got ku heta cihê îqametgehê nîşan nedim nikarin alîkariya kirê bidin. Niha du zarokên min dijîn. Ez nikarim dev ji vê derê berdim û biçim. Tevî zarokên xwe, ji psîkologên hatine vê derê alîkariyê digirim. Ez nizanim bê ka dê li gel du zarokan di konteynirê de çawa bijîm. Her tiştê min di bin kavilan de ma. Tu tiştekî min tune ye. Cîranên min ji min re dibêjin; ‘Tiştên di bin kavilan de mayîn û xuya dikin jê derxîne.’ Lê tiştekî ji bo min xuya dike tune ye. Her ku ez van kavilan dibînim xwe nebaş hîs dikim. Lewma dixwazim tavilê bê rakirin. Dixwazim ku perwerdeya zarokên min bidome. Di halê hazir de biçûk heta mezin, ji bo malekê çi lazim bin pêdiviya min bi her tiştî heye. Tu dahateke min tune ye.”   MA / Delal Akyuz