Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin 2023-03-13 10:05:53   ENQERE - Girtî Yûsûf Erkek ê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Afyonê ji ber erdhejên çêbûyî bi dawî kir, bal kişand ser gotina midurê duyemîn a girtîgehê ya “Em dizanin ji mirovan re weke mirovan ji terorîstan re jî weke terorîstan nêzîk bibin” û wiha got: “Em ê di daxwazên xwe de israr bikin.”   Girtiyên bi navê Habîl Emen, Yûsûf Bîrkan, Yûsûf Erkek, Mehmet Emîn Dal, Sîraç Keskîn û Cûmalî Yildirim li dijî zextên li ser qawişan, ferzkirina li ser piyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê û pergala tecrîdê di 3’yê çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û piştî erdhejên li Mereşê çêbûn çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Hate diyarkirin ku binpêkirinên mafan ên li dijî van girtiyên navborî berdewam dike.    FERZKIRINA HEJMARA LI SER PIYAN    Yûsûf Erkek bi nameya nivîsî da zanîn ku 3 sal in li Girtîgeha Afyonê bi binpêkirinên mafan ên sîstematîk re rûbirû ye û wiha got: “Roja ku em hatine û vir ve hewl didin hejmara li ser piyan ku dikarin bêjin pergala leşkeriyêye digirin.”    SERLÊDAN BÊ ENCAM DIMÎNIN   Erkek, da xuyakirin ku li girtîgehê tu aktîvîteyên çandî-civakî yan jî sporê nayên lidarxistin û anî ziman ku di serlêdanên nexweşxaneyê de ew bi pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê yên weke lêgerîna nava dev re rû bi rû ne. Erkek da zanîn ku li dijî pirsgirêkên dijîn gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê û saziyên têkildar dane û diyar kir ku tu encam negirtine.    PIRSGIRÊK DÎSA ZÊDE BÛN    Erkek bi bîr xist ku di Gulana 2022’yan de li dijî binpêkirinên mafan komeke girtiyan bêdem û bêdorveger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, di roja 29’emîn a grevê de rêveberiya girtîgehê soz dabû ku wê ferzkirina hejmartina li ser piyan dawî bibe û destnîşan kir ku di demên dawî de pirsgirêkên weke van dîsa zêde bûne.   ‘HATIBÛN KU PROVOKE BIKIN’   Erkek, bi bîr xist ku gardiyanan piştî hejmartina serê sibê ya 29’ê kanûna 2022’yan de bi ser qawişê de girtin û wiha berdewam kir: “Weke ku hatibûn talankirin û provoke kirinê. Di bin navê lêgerîna qismî de qawişa me veguherandibûn qada şer.” Erkek, bi lêv kir ku îşkenceya di dema serdegirtina qawişê li wan kir di kamerayê de hene û anî ziman ku roja din jî gardiyanan ferman daye ku “wê hejmartin li derve be”. Erkek, diyar kir ku tevî îtîraza girtiyan ew derxistin derve û da zanîn ku ji ber girtiyan dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” berzkirin lêpirsîna dîsîplînê li wan hate vekirin.    MIDURÊ GIRTÎGEHÊ: JI MIROVAN RE WEKE MIROVAN JI TERORÎSTAN RE WEKE TERORÎSTAN…   Erkek ê got “Daxwazên me daxwazên mirovane ne” bal kişand ser gotina midurê duyemîn a girtîgehê ya “Em dizanin ji mirovan re weke mirovan ji terorîstan re jî weke terorîstan nêzîk bibin” û ev tişt got: “Em ê di daxwazên xwe de israr bikin.”   DAXWAZ   Erkek, di dawiya nameya xwe de daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Rakirina hejmartina li ser piyan a di pergala leşkerî de ku li tu girtîgehan nîne, di çûn û hatina nexweşxaneyan de lêgerîna nava dev neyê kirin, saetên serdanê ku weke qanûnî hatine amadekirin weke saet û nîv bên sepandin, hevalên me yên cezayê wan qediyane bên berdan.”