ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-13 09:00:14     * Bi hezaran sal e agirê Newrozê tê vêxistin. Agirê Newrozê bi têkoşîna Kawayên Hemdem her ku tê hilkirin û gûrkirin, medyaya îktidarê dike xwelî.    * Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newroza 1992’yan de 16 kes hatibûn qetilkirin û li gel ku 31 di ser re derbas bûye jî ne coş ne jî beşdariya Newrozê qet kêm nebû.   * Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Newroza 2023’yan wê bibe mizgîniya çûna îktidara AKP-MHP’ê û banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê kir.    * Ahmet Oral ê ku 30 sal girtî ma û hat berdan got: “Hêvî û xeyalê min hê jî zindî ne. Ez wisa bi bawerim ku wê ev têkoşîn biserkeftinê bi encam bibe. Baweriya me ya serkeftinê me li ser lingan girt.”    * Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku wan giliyê binpêkirin, xemsarî û bêhiqûqiyên di erdhejê de qewimîne kirine û got: “Heke hemû tawanbar bên cezakirin, dê edalet bicih were.”    * Li navçeya Nisêbînê Girnewas ku wek cihek pîroz tê dîtin, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tê kolandin û ev yek rê li ber fikarên xelkê navçeyê vekir.    * Girtî Yûsûf Erkek ê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Afyonê ji ber erdhejên çêbûyî bi dawî kir, bal kişand ser gotina midurê duyemîn a girtîgehê ya “Em dizanin ji mirovan re weke mirovan ji terorîstan re jî weke terorîstan nêzîk bibin” û wiha got: “Em ê di daxwazên xwe de israr bikin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 721’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza ji ber di sala 2016’an de êrişî avahiya navçeya Esenyûrta HDP’ê kirin derbarê 5 kesan de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekmeceya Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza derbarê Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Gonul Erden û endamên SES’ê yên MYK’ê de hatibû vekirin wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê wê têkildarî pîrozbahiya li bajêr li avahiya HDP’a bajêr civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)