Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne 2023-03-12 11:39:59   RIHA -  Malbata Şenyaşar di roja 720’an a çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Yên ku bêedaletiyê dibînin lê dîsa jî xwe bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 720’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    ‘ME KORÎDORA EDALETÊ VEKIR’   Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi dîmenekî ev peyam parve kir: “Me di navbera Riha û Enqereyê de korîdorek vekir. Navê vî korîdorê, korîdora edaletê ye. Yên ku bêedaletiyê dibînin lê dîsa jî bêdeng dimînin, neçarî tekçûnê ne.”