Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin 2023-03-12 10:38:15   SETNBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnameger Elîf Baybûrt jî di nav de bi giştî 9 kes li bajar hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbol, Enqere û Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê Elîf Baybûrt jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.    Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê. Nehat zanîn bê ka çima hatine binçavkirin û destûr nehat dayîn ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Denîz Aşe Akşar, Elîf Baybûrt, Tanya Kara, Okan Danaci, Senem Pektaş, Bîrkan Polat, Denîz Bahçecî, Can Papîla û Devrîm Bariş.”